Bi daketina petrolê re ji bo Îraqê zengilê metirsiyê lê dide

10-04-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Petrol Budçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Daketina bihayê petrolê ji bo asta herî kêm a çar salên borî, ji bo welatên hilberînerên petrolê yên wekî Îraqê ku dahata wan bi piranî bi rêya petrolê tê bidestxistin zengilê metirsiyê lê xist.

Bihayê petrola brentê beriya nîvroya roja çarşemê daket 58 dolaran û bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî daket 55 dolaran.

Bicihkirina taybetmendiyên gumrukî yên berevajî ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve, wekî sedema daketina bihayên petrolê tê zanîn.

Taybetmendiyên gumrukî yên berevajî yên Amerîkayê li roja çarşemê demjimêr 7:00ê sibê li gorî dema Hewlêrê ketin warê bicihkirinê.

Lê daketina bazarên darayî ew qasî mezin bû ku şeva çarşemê Serokê Amerîkayê neçar hişt ku ji bicihkirina wan paşve gav bavêje.

Paşvegavtina Serokê Amerîkayê ji bicihkirina taybetmendiyên gumrukî li ser 75 welatên cîhanê ji bilî Çînê, şeva çarşemê arasteya bihayê petrolê guhert û ber bi jor ve ajot.

Bihayê petrola brentê di dema girtina bazaran de roja çarşemê bilind bû û bû 66 dolar. Bihayê petrola sivik a Teksasê jî di dema girtinê de bilind bû û bû 63 dolar.

Lê îro pêncşemê, piştî vebûna bazarên Asyayê, bihayê petrolê nekarî li ser destkeftiyên roja borî berdewam bike û careke din daket.

Bihayê petrola brentê îro demjimêr 10:00ê sibê bi dema Hewlêrê bi 65 dolar û 10 sentan hat firotin.

Bihayê petrola sivik a Teksasê ya Amerîkayê jî bi 62 dolar û 4 sentan dan û standin pê hat kirin.

Daketina bihayê petrolê ji bo astên niha pirsgirêkên mezin ên kêmasiya budceyê ji bo Îraq û hilberînerên din ên petrolê çêdike.

Wekî mînak petrola sivik a Îraqê bi 5 dolaran kêmtir ji bihayê petrola Brentê tê firotan.

Bihayê petrola giran a Besrayê tenê 7 dolar kêmtir ji bihayê petrola Brentê tê firotan.

Daketina 1 dolarî di bihayê petrolê de, rojane dahata Îraqê bi qasî 3.5 milyon dolar, mehane 105 milyon dolar û salane yek milyar û 260 milyon dolar dadixe.

Hikûmeta Îraqê budceya xwe li ser bihayê petrola 70 dolarî daniye.

Eger bihayê petrola brentê bi dora 65 dolaran dan û standin pê bê kirin, bi wê wateyê ku bihayê petrola Îraqê bi nêzîkî 60 dolar tê firotan ku 10 dolar kêmtir e ji ya ku di budceyê de hatiye danîn.

Kêmbûna 10 dolarî ya bihayê petrolê, 12.6 milyar dolar ango 16.4 trilyon dolar kêmasiyê di budceya salane ya Îraqê de çêdike.

Ji bilî şerê bazirganiyê, yek ji sedemên din ên daketina bihayê petrolê, biryara civîna berê ya koma OPEC Plus li ser zêdekirina rojane 411 hezar bermîl petrol di bazarê de ji meha pêncem a îsal ve.

Banka Goldman Sachs a Amerîkayê pêşbîniyên xwe ji bo bihayê petrolê di îsal de bi lez guherîne.

Ew banka mezin a cîhanê pêşbînî kiriye, bihayê petrola brent û Teksasê heta dawiya îsal bi 62 dolar û 58 dolar dan û standin pê bê kirin.

Bankê pêşbînî kiriye, heta dawiya sala 2026, petrola xav a brent bi 55 dolarî û nefta sivik a Teksasê jî bi 51 dolarî bê firotin.

Eger pêşbîniyên Goldman Sachs pêk werin û bihayê petrola Brentê dakeve 55 dolar di dawiya sala bê de, wê çaxê bihayê petrola Îraqê dê dakeve 50 dolarî ku 20 dolar kêmtir e ji 70 dolarê pêşbînîkirî di nav budceyê de.

Ev jî dê bibe sedem ku kêmasiya budceya Îraqê du caran zêdetir bibe û bigihîje 25.2 milyar dolarî. Yan nêzîkî 33 trilyon dînar.

Robin Mills, Birêvebirê Kompanyaya Qemer Energy û pisporê enerjiyê ji Rûdawê re got, "Siyaseta taybetmendiyên gumrukî yên Amerîkayê, bazara petrolê tevlihev kiriye."

Ev pispor pêşbînî dike, bihayê petrolê hîn dê dakeve bo kêmtir ji astên niha heta wê demê ku hilberînerên petrola OPEC Plus biryareke lezgîn bidin û xistina petrolê li bazarê kêm bikin.

Robin Mills pêşbîniya wê jî dike ku bihayê petrola brentê ji 65 dolarê niha dê dakeve nêzîkî 60 dolarî di dawiya îsal de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst