TIRKIYE - 3,8 milyon kes ji ber deynê bankayan di bin şopandina yasayî de ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Banka Deyn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 800 hezar kes ji ber deynê xwe yên bankayan di bin şopandina yasayî de ne.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, rewşa aborî ya xelkê roj bi roj xirabtir dibe û hejmara kesên deyndarên bankayan e gihiştiye 40 milyon û 900 hezar kesî.

Li gorî amarên Navenda Rîskê ya Yekîtiya Bankên Tirkiyeyê, di 8 mehên destpêkê yên îsal de hejmara deyndarên krediyên bankayan û kartên krediyan ên di bin şopandina yasayî de milyonek û 213 hezar kes zêde bûye.

Bi giştî hejmara deyndarên bankayan ên di bin şopandina yasayî de di 8 mehan de ji sedî 39 zêde bûye û gihiştiye 3 milyon û 847 hezar û 492 kesan.

Deynê di bin şopandina yasayî de gihiştiye 260 milyar û 898 milyon lîreyî ku dike nêzîkî 8 milyar dolar.

Hejmara deyndarên bankayan jî bi giştî 40 milyon û 900 hezar kes in û deyn jî gihiştiye 3 trilyon û 400 milyar lîreyan ku dike nêzîkî 100 milyar dolarî.

Nêzîkî 41 milyon deyndaran li hêviya wê yekê ne ku hikûmet ji bo deynê wan asankariyê bike û karibin deynê xwe bi teqsîdan bidin.

Her wiha deynê ku nehatiye wergirtin û wekî deynê mirî tê hesabkirin, li gor sala borî ji sedî 126 zêde bûye û gihiştiye 96 milyar lireyan ku dike 2 milyar û 800 milyon dolar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst