Li Tirkiyê mûçe tê zêdekirin lê lîre dadikevê û enflasyon bilind dibe

09-07-2023
Zozan Çetîn
Li Tirkiyê mûçe tê zêdekirin lê lîre dadikevê û enflasyon bilind dibe
Li Tirkiyê mûçe tê zêdekirin lê lîre dadikevê û enflasyon bilind dibe
Nîşan Tirkiye Mûçe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li aliyekî mûçe tê zêdekirin li aliyê din lireyê Tirkê li hember diravên biyanî nirxê xwe ji dest dide û enflasyon bilind dibe.

Li pêşiya şaredariya parêzgeha Gumuşhanê ya Tirkiyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 8ê Tîrmehê beşdarî merasimeke vekirina çend pirojeyên şaredariya wî bajarî bû û bi xelkê re civiya.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp erdogan di gotara xwe de balkişand ser pirsgirêka aboriyê ku niha li Tirkiyê rojeva sereke ye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got “Di rojeva me de çareserkirina pirsgirêkên xelkê û ji derdê wan re bûna derman heye. Di rojeva me de kêmkirina enflasyonê û bidawî kirina giraniyê heye. Di rojeva me de Tirkiye gihandina xeyalê ku di nav 10 aboriyên herî bihêz yên cîhanê cihbigrê heye. Di rojeva me de cîbicîkirina hemû ew sozên ku me dane xelkê heye. Duh pêşniyarnameya zêdekirina mûçeyê fermanberan û xanenişînan pêşkêşî parlamentoyê hat kirin. Bi zêdekirina sedî 25ê mûçeyê xanenişînan me xwişk û birayên xwe yê bo vî welatî porê xwe sipî kirine kêfxweş kirin.”

Her çendî Serokkomarê Tirkiyê dibêje wan mûçe zêde kirine û ew dê aboriya welat baş bikin jî lê ji ber lîreyê Tirkî li beramber diravê biyanî rojane nirxê xwe ji dest dide û enflasyon jî bilind dibe. Mûçe tên zêdekirin, lê di bazarê de jî tişt giran dibin. Li bazareke navçeya Kadîrlî ya ser bi parêzgeha Osmaniye ya Tirkiye xelk bi vî awayî giliyên xwe ji rewşê tînin ziman.

Xanenişînek dibêje “Em mehkûmî birçîbûnê bûne. Min zebeşek kirî bi 80 lîre yî. Ez xanenişîn im, kanê digotin enflasyon dadikeve? Tişta ku ez îro bikirim ez nikarim sibe erzantir bikirim. Tişta min îro bi 15 lîreyî kirî ez nikarim sibe bi 14 lîreyî bikirim, sibe girantir dibe.”

Esnafek jî diyar kir "Xelk tê bela xwe li me dide dibêje çima tişt ewqas giran in? Ez jî ji wan re dibêjim ji me nepirsin ji ber em welat bi rêve nabin, ji yên ku Tirkiyê bi rêve dibin bipirsin."

Beriya hilbijartinên 14ê Gulanê 1 dolarê Amerîkî bi 19.60 lîreyên Tirkî bû û berî gera duyem a hilbijartinê 28ê Gulanê derketibû 19.98 lîreyan, 7ê Tîrmehê dolarekî Amerîkî gihîşte 26,19 lîreyên Tirkî.

Li gor TUIKê, rêjeya Enflasyona meha Hezîranê jî %3.92 zêde bûye. Enflasyona 6 mehan jî %19,77 zêde bûye.

Lê li gor amarên Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ku di 3yê Tîrmehê de belavkirîn, rêjeya enflasyona meha Hezîranê %8.54 e. Herwiha rêjeya enflasyona 6 mehan jî wek %50.53 hatiye diyarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst