Li Rihayê karkerên fistiqan ji heqdestên xwe ne razî ne

08-08-2024
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê berhevkirina fistiqên kesk ên bo şîranî û çîkolatayan tên bikaranîn dest pê kiriye.

Ji ber ku îsal berê fistiqan e cotkar kêfxweş in lê karker dibêjin heqdestên wan kêm e.

Li Rihayê ku li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piraniya fistiqan berhem tîne, çinîna fistiqên kesk berdewam dike.

Ji ber ku îsal berê fistiqan e xwediyên baxçeyan kêfxweş in lê karker ji heqdestên xwe ne razîn e û dibêjin pereyekî kêm werdigrin.

Li navçeya Curnê Reşê ya Rihayê jî Hevseroka Şaredariyê Garip Yeşil li nav baxçeyan karkerên fistiqan ziyaret kir û guhê xwe da wan û pirsgirêkên wan anîn ziman.

Li gor amarên Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirkiyeyê, li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetir ji edî 95ê fistiqan li Bakurê Kurdistanê û nêzîkî ji sedî 5 jî li bajarên Tirkiyeyê tên hilbirîn.

Li Bakurê Kurdistanê herî zêde li parêzgeha Rihayê fistiq tê hilbirîn.

Li Rihayê ji sedî 37,6, li Dîlokê ji sedî 31, li Sêrtê ji sedî 14,4, li Semsûrê ji sedî 3,1, li Kilîsê ji sedî 2,6, li Êlih û Mereşê jî ji sedî 1,2ê fistiqan tê hilbirîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst