TIRKIYE – 4 milyon kes nikarin deynên xwe yên bankayan bidin

08-04-2025
RÛDAW
Nîşan Deynê Bankayan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Navenda Rîskê ya Yekitiya Bankayên Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 3 milyon û 998 hezar û 602 kes nikarin deynê xwe yên krediyên kesayetî û kartên krediyan bidin.

Aborînas Prof. Dr. Şenol Babuşcu amarên deynên welatiyan ên krediyên bankayan û kartên krediyê yên li gor Navenda Rîskê ya Yekitiya Bankayên Tirkiyeyê eşkere kir.

Li gorî amaran di 2 mehên destpêkê yên sala 2025an de hejmara welatiyên ku ji ber deynê krediyên kesayetî û kartên krediyê şopandina yasayî hat destpêkirin li gorî heman mehên sala borî ji sedî 44 zêde bû û derbarê 259 hezar kesan şopandina yasayî hat destpêkirin.

Hejmara welatiyên ji ber deynê kartên krediyê di bin şopandina yasayî de ne di du mehan de 167 hezar kes zêde bû û gihişte 345 hezar kesan.

Meha Sibatê ya 2025an deynê krediyên kesayetî gihişte 4 trilyon û 281 milyar lîre ku dike nêzîkî 113 milyar dolar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst