Kêmasiya bazirganiya derve ya Tirkiyê gihişte 61 milyar dolaran

03-07-2023
Mihemed Emîn Demir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê, di şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de hinardeya Tirkiyê %1,8 kêm bûye û hawirdeya wê %4,3 zêde bûye. Herwiha kêmasiya bazirganiya derve ya şeş mehan 61 milyar dolar derbas kiriye.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê, amarên bazirganiya derve yên meha Hezîrana 2023an eşkere kirin.

Li gor amaran, di meha Hezîranê de hinardeya Tirkiyê %10,5 kêm bûye û daketiye 20 milyar û 901 milyon dolaran û hawirdeya Tirkiyê jî %16,8 kêm bûye û daketiye 26 milyar û 297 milyon dolaran.

Herwiha hecma bazirganiya derve ya Tirkiyê di meha Hezîranê de bi giştî %14,1 biçûk bûye. Kêmasiya bazirganiya derve di Hezîranê de %34,5 kêm bûye û daketiye 5 milyar û 396 milyon dolaran.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiyê ragihandiye, di şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de hinardeya Tirkiyê %1,8 kêm bûye û daketiye 123 milyar û 377 milyon dolaran. Di heman heyamê de hawirde %4,3 zêde bûye û gihişte 184 milyar û 795 milyon dolaran. Bi vî awayî di şeş mehan de kêmasiya bazirganiya derve %19,1 zêde bûye û gihiştiye 61 milyar û 418 milyon dolaran.

Meha Hezîrana 2023an bi giştî di hinardeya Tirkiyê de Almanya bi milyarek û 780 milyon dolaran di rêza yekem de cih digre û bi milyarek û 330 milyon dolaran Amerîka di rêza duyem de, bi milyarek û 12 milyon dolaran Brîtanya di rêza sêyem de cih digre.

Di hawirdeyê de jî Çîn bi 3 milyar û 818 milyon dolaran di rêza yekem de cih digre, bi 2 milyar û 981 milyon dolaran Rûsya di rêza duyem de û bi 2 milyar û 12 milyon dolaran Almanya di rêza sêyem de cih digre.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst