Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Buckinghamê ragihand, Şahê Brîtanyayê Şah Charles dest bi proseya stendina nasnav û payeyên birayê xwe Şazade Andrew kiriye.
Şah Charles her wiha ew agahdar kiriye ku derbasî cihekî niştecîbûnê yê taybet bibe.
Ev pêngav piştî wê yekê hat avêtin ku Şahzade Andrew nekarî di doza pêwendiya wî ya bi tawankarê seksê Jeffrey Epstein re, parastinê li xwe bike û delîlên pêwîst bîne.
Koşka Buckinghamê ragihand, "Xwediyê Mezinahiyê Şah îro dest bi proseya fermî ya stendina nasnavên şahane û payeyên Şahzade Andrew kiriye."
Ji qesrê hat derxistin
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, "Şahzade Andrew dê ji niha û pê de wekî Andrew Mountbatten-Windsor bê naskirin.
Niha agahdariya fermî hatiye dayîn ji bo radestkirina qesra wî û veguhestina wî bo cihekî niştecîbûnê yê taybet."
Her wiha hat tekezkirin, "Tevî ku ew bi berdewamî tohmetan red dike jî, sepandina van sizayan pêwîst e."
Koşka Buckinghamê ragihand, "Xwediyê Mezinahiyê Şah û Şahbanû dixwazin eşkere bikin ku hest û hevxemiya wan a kûr li gel qurbanî û rizgarbûyên hemû corên destdirêjiyê ne."
Doza Jeffrey Epstein
Epstein Tîrmeha 2019an bi tohmeta bikaranîna zarokan ji bo bazirganiya seksî hatibû girtin.
Dozgeran ragihand ku wî di navbera salên 2002 û 2005an de, alîkarî di destdirêjiya seksî ya li ser bi dehan keçên di bin temenê 18 saliyê de kiriye.
Berî ku bê darizandin, Tebaxa 2019an termê Epstein li zindanê hat dîtin.
Hikûmeta Amerîkayê dibêje ku wî xwe kuştiye.
Lê li Amerîkayê, gumaneke mezin li ser kuştina wî heye û beşeke mezin a xelk û kesayetiyên bibandor ên welêt di wê baweriyê de ne ku Epstein ji bo parastina navûdengê kesên dewlemend û navdar hatiye kuştin.


.webp&w=3840&q=75)
