Hewlêr (Rûdaw) - Li Koreya Başûrê yasaya qedexekirina xwarina goştê kûçikan ket meriyetê.
Tevî ji bo hilberînerên ku ji sektorê vedikişin tazmînat jî tên dayîn, çarenivîsa bi hezaran kûçikan hîn jî ne diyar e.
Dewlet li mikur hat ku ew li dû wê yekê nakevin ka ajel birine kû derê.
Li gorî yasaya ku Kanûna Paşîna a 2024an hatibû qebûlkirin, xwedîkirin, serjêkirin û firotina kûçikan a ji bo xwarinê ji Sibata sala bê ve bi temamî tê qedexekirin.
Saziyên ku yasayê bin pê bikin, dê ji sala 2027an ve bi cezayê girtîgehê yê heta 3 salan re rûbirû bimînin.
Li gorî amarên ku DWyê belav kirine, bi biryara qedexeyê re di sektorê de biçûkbûneke mezin çêbûye.
Tê texmînkirin ku hejmara kûçikên "ji bo goşt" ku destpêka sala 2024an derdora 450 hezarî bû, niha daketiye 20 hezarî.
Heta meha gulanê hezar û 265 kargehan ango ji sedî 82yê hilberîneran ji bo girtina kargehên xwe serî lê daye.
Ji bo her kûçikekî 390 dolar teşwîq
Hikûmet ji bo piştgiriya cotkarên ku derbasî sektorên din dibin, ji bo her kûçikekî nêzîkî 390 dolarî teşwîqê dide lê belê di vê pergalê de valahiyeke mezin heye ku parêzvanên mafên ajelan dilgiran dike:
“Nayê zanîn ka ew kûçikên ku ji amaran hatine derxistin birine kû derê.”
Mufetişekî Wezareta Çandiniyê ya Koreya Başûr ku ji AFPyê re axivî, li ser çawaniya pêvajoyê got:
"Erkê me tenê ew e ku em piştrast bikin beriya dayîna teşwîqê di tesîsan de kûçik nemane.
Piştî wê em pê re mijûl nabin ka çi bi serê kûçikan hatiye."
Gelo piraniya wan hatin kuştin?
Amarên fermî nîşan didin ku heta sibata îsal tenê 623 kûçik ji aliyê welatiyan ve hatine xwedîkirin û nêzîkî 500 kûçik jî şandine stargehan, çarenivîsa bi hezaran kûçikên din tarî ye.
Xwedîkerê berê yê kûçikan Ju Yeong-bong li ser çarenivîsa bi hezaran kûçikan got, "Bi îhtimaleke mezin heta niha hatine xwarin."
Wekî sedema sereke ya biserneketina xebatên xwedîkirina kûçikan "tercîhên çandî" tên nîşandan.
Xelk zêdetir kûçikên cureyên biçûk ên ji bo jiyana apartmanan guncav tercîh dikin lê di kargehên goşt de bi piranî kûçikên cureyên gir tên xwedîkirin.
Valahiya yasayî û rêbazên kuştinê
Ji ber ku kûçik li wî welatî ti carî bi awayekî fermî wekî "ajelên kargehê" nehatine pênasekirin, ev sektor bi dehan salan bê kontrol maye.
Parêzvanên mafên ajelan diyar dikin ku ji ber vê valahiya yasayî kûçik bi rêya dayîna karebayê, bi bidarvekirinê yan jî bi lêdanê hatine kuştin û rêzikên serjêkirina mirovane ti carî nehatine bicihanîn.



.webp&w=3840&q=75)