Hewlêr (Rûdaw) - Di ser erdheja wêranker a Venezuelayê re 72 saet derbas bûn.
Amarên qurbaniyan bi berdewamî zêde dibin û hêviyên dîtina kesên zindî yên di bin kavilan de jî ber bi nemanê ve diçin.
Li gorî amarên nû yên fermî hejmara miriyan gihîşt hezar û 430 kesî û 3 hezar û 238 kes jî birîndar in.
Neteweyên Yekbûyî hişyariyê dide ku hîn jî zêdetirî 50 hezar kesî winda ne.
Li gorî pîvanên cîhanî, 72 saetên destpêkê yên piştî her karesateke xwezayî ji bo rizgarkirina kesên zindî wekî "dema zêrîn" tê dîtin.
Piştî vê demê, operasyon zêdetir dibin lêgerîna li terman.
Gihîştina alîkariyên navneteweyî
Venezuela di qonaxeke hestyar a siyasî û aborî re derbas dibe û di vê demê de yekem balafirên leşkerî yên Amerîkayê yên ji C-17an gihîştin balafirgeha Caracasê.
Keştiyeke şer a Amerîkayê jî li beravan hat bicihkirin.
Seroka demkî ya Venezuelayê Delcy Rodriguezê ragihand ku ew bi Donald Trump re axiviye û destnîşan kir ku Washingtonê soza şandina tîmên pispor û kûçikan daye.
Rêkarên nû yên hikûmeta demkî bûne sedema nerazîbûna xelkê.
Hikûmet ji xwebexşan dixwaze ku ji bo çûyîna herêmên karesatê "destûra fermî" wergirin.
Welatiyan anîn ziman ku di demekê de ku xelk di bin kavilan de dimirin, nabe ku destûr bibe rêgir li ber rizgarkirina jiyana mirovan.
Neteweyên Yekbûyî texmîneke destpêkî ji bo zerer û ziyanên madî kiriye û bi 6,7 milyar dolarî diyar kiriye.
Ev jî dike ji sedî 6ê tevahiya berhema navxwe ya Venezuelayê.
Her wiha hatiye piştrastkirin ku di nav qurbaniyan de welatiyên çendîn welatên wekî Portugal, Çîn, Spanya û Brezîlyayê jî hene.
Erdhejên ku roja çarşemê bi hêza 7,2 û 7,5 pileyan Venezuela hejand, wekî erdheja herî giran a Venezuelayê ya di zêdetirî sed salekê de tê dîtin.


.webp&w=3840&q=75)
