Bi bombeyê êrîşî kongreya partiyê hate kirin: 40 kuştî

30-07-2023
RÛDAW
Nîşan Pakistan Partiya Cemiyeta Ulemayên Îslamê JUI-F
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Hayber Pahtunhvayê ya Pakistanê bi bombeyê êrîşî kongreya Partiya Cemiyeta Ulemayên Îslamê (JUI-F) hate kirin.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de 40 kes hatin kuştin û zêdeyî 80 kesî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyên çapemeniya Pakistanê, li herêma Bajaurê ya li ser Hayber Pahtunhvayê bi bombeyê êrîşî kongreya endamên JUI-Fyê hate kirin.

Êrîş li avahiya ku kongre lê dihat lidarxistin hat kirin û li gorî agahiyên destpêkê 40 kes hatin kuştin  û zêdetirî 80 kesî jî birîndar bûn.

Hîn jî ti kesî an jî aliyekî êriş negirtiye ser xwe. 

Partiya JUI-Fyê yek ji şirîkên hikûmeta hevpeymaniyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst