Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson di daxuyaniya xwe ya li ser şewitandina Quranê ya li ber mizgefta Stockholmê de got, “Qanûnî ye lê ne guncav e.”
Serokwezîrê Swêdê Olf Kristersson îro Înê 30ê Hezîrana 2023an di civîneke çapemeniyê de cara yekem li ser şewitandina Quranê ji aliyê Selwan Momîka yê Iraqî axivî.
Kristersson got, “Pir zehmet e ku mirov bêje ku dê encama vê çalakiyê çi be; sedemên gelek kesan hene ku bertekê nîşan bidin.”
Serokwezîrê Swêdê li ser bertekên şewitandina Quranê û êrîşên li dijî Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê jî got, “Ketina bi awayekî neqanûnî ya Balyozxaneya Swêdê nayê qebûlkirin.”
Serokwezîrê Swêdê diyar kir ku li welatê wan şewitandina Quranê qanûnî ye û got, “Ji ber ku tiştek qanûnî ye nayê wê wateyê ku guncav e.”
Roja Çarşemê 28ê Hezîranê di yekem roja Cejna Qurbanê de welatiyekî Iraqî yê bi navê Selwan Momîka li ber Mizgefta Stockholm a paytexta Swedê di bin tedbîrên tund ên polîsan de, pirtûka pîroz a Misilmanan Quran şewitand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse