Hizbulahê gotibû em dê êrişan rawestînin: Amerîkayê bersiv da

30-01-2024
Nîşan Hizbulah Amerîka Êriş Bersiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bersiv da daxuyaniya Hizbulahê û got, “Em dê ji her grûpa ku êrişî me bike hesab bipirsin.”

Hizbulaha Îraqê ya ku Îran piştgiriyê dide wan gotibû, “Em dê êrişên xwe yen li hemberî Amerîkayê rawestînin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, li ser pirsa Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde ya di heqê vê mijarê de got:

Ez bersivê nadim daxuyaniya rêxistinên terorê. Ez dibêjim, wekî min berê jî gotibû, her rêxistineke ku em berpirsyar bibînin ku êrişî personelên me yên li herêmê bike, em berpirsyar wan dibînin.”

Li ser pirsa berpirsiyariya Hikûmeta Îraqê, Miller wiha bersiv da, “Derbarê Hikûmeta Iraqê de jî, me diyar kir ku em dixwazin Hikûmeta Îraqê zêdetir kar bike, lêkolîn li ser berpirsên êrişên li ser hêzên me bike, wan bigire û bidarizîne.”

Miller diyar kir ku ew ê li bendê nebin ku rêveberiya Bexdayê gavên pêwîst bavêje û got, "Ji bo parastina hêzên xwe em ê gavên pêwîst bavêjin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst