Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku rêveberiya Tehranê "bi temamî û bêmerc" rê daye ku serçavdêrên navneteweyî vegerin wî welatî.
Trump eşkere kir ku dê pereyên cemidandî yên Îranê ji bo kirîna xwarinê ya ji cotkarên Amerîkayî werin bikaranîn.
Her wiha wî da zanîn ku herikîna petrolê ya ji Tengava Hurmizê di asta rekorê de ye.
Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek da.
Wî diyar kir ku dan û standinên bi Îranê re erênî didomin û got:
“Îranê, teftîşa atomê ya asta herî jor bi temamî û ji bo demeke dirêj qebûl kir. Ev yek rastiya atomê garantî dike."
"Heger Îran îtiraz bike ez dê hevdîtinan betal bikim"
Li Washingtonê rojnamegeran qala nûçeyên ku rayedarên Îranî li dijî pişkinina hinek tesîsan derdikevin kir û pirsek ji Trump kir.
Trump li hemberî vê yekê bersiveke tund da:
"Ew şaş in û ew bi xwe jî dizanin ku ew şaş in. Di civînan de ji me re gotin ku serçavdêr dikarin ziyaretê bikin û em dê ji sedî 100 pişkininan bikin.
Eger ew beravajiyê vê yekê îdia bikin, ez dê hevdîtinan niha betal bikim. Dê mu serçavdêr di dema rast de li wir bin."
Li Tengava Hurmizê rekora dîrokî ya petrolê
Trump diyar kir ku piştî Îranê "tawîzên mezin dan", wî biryar daye ku Tengava Hurmizê vekirî bimîne û dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê were rakirin.
Trump li ser rewşa dawî ya li herêmê ev amar parve kirin:
"Doh ji Tengava Hurmizê 19 milyon bermîl petrol derket. Ev di dîroka tengavê de rêjeya herî bilind e.
Bihayê petrolê jî bi lez dadikeve, îro daket 70 dolarî. Ev yek pêşketineke gelekî mezin e.
Keştiyên me yên şer jî dê ji bo her îhtimalekê li cihên xwe bimînin."
"Dê bi pereyên Îranê xwarin ji cotkarên Amerîkayî were kirîn"
Trump bi bîr anî ku aboriya Îranê bi enflasyona ji sedî 300î re dinale û li welêt krîza xwarinê heye.
Wî modela bazirganiyê ya nû wiha eşkere kir:
"Em dê pereyên cemidandî yên Îranê bidin cotkarên Amerîkayî da ku genim bikirin.
Ev berhem dê paşê ji bo gelê Îranê yê ku birçîbûnê dikişîne werin şandin.
Me Îran xist rewşeke wisa ku berê ti kesan nekiribû. Artêş, serkirdayetî û radarên wan derbeke giran xwarin. Êdî ew dê nebin xwediyê çekên atom."
Bersiva ji bo Ted Cruz û mixalefetê
Trump bangî navên wekî Senator Ted Cruz kir ku peyman rexne kirine.
Bi gotina wî Îran li ser maseya dan û standinan di pozîsyoneke gelekî lawaz de ye.
Ev daxuyaniyên Trump piştî hevdîtinên asta bilind ên di navbera şandeyên Amerîka û Îranê de hatin.
Ev hevdîtin roja yekşemê li bajarê Burgenstockê yê Swîsreyê hatibûn kirin.
.webp&w=3840&q=75)


