Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Amerîka û Îran gihîştine lihevkirinekê.
Li gorî peymanê, dê Îran teftîşên nukleerê yên heta hetayê qebûl bike û Amerîka jî dorpêça deryayî ya li ser Tengava Hurmizê radike.
"Vekolînên nukleerî yên bêdawî"
Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser destkeftiyên dan û standinan û tê de wiha got:
"Tevî dijderketinên wan û daxuyaniyên wan ên berevajî, bi lêdana tembûra Nûçeyên Derew ku her tiştî dikin ji bo ku serkeftina Amerîkayê bi qasî ku pêkan e biçûk û bêqîmet nîşan bidin, Îranê bi temamî pejirandiye ku heta demeke gelekî dirêj (Bêdawî!!!) di asta herî bilind de teftîşên nukleerî qebûl bike."
Serokê Amerîkayê diyar kir ku ev yek dê "Rastgoyiya Nukleerê" garantî bike.
Trump her wiha destnîşan kir ku eger Îranê ev yek nepejiranda dê ti dan û standinên din nebûna.
Tengava Hurmizê û pereyên Îranê
Trump li ser bingehê vê gavê û tawîzên din ên mezin ên Îranê da zanîn ku wî qebûl kiriye Tengava Hurmizê vekirî bimîne û dorpêça deryayî rabe.
Lê Trump hişyarî jî da û got, "Hemû keştî li cihê xwe dimînin da ku eger pêwîst bike dorpêç ducare were destpêkirin. Lê ev yek di vê qonaxê de gelekî dûrî aqilan e."
Li gorî Trump, pere û sizayên ku ji aliyê Xezîneya Amerîkayê ve serbest tên berdan, dê têkevin hesabekî emanetê yê di bin kontrola Amerîkayê de.
Ev pere dê bi taybetî ji Amerîkayê ji bo kirîna xwarin û pêdiviyên tenduristiyê werin bikaranîn.
Trump diyar kir ku genim, garis û soya dê ji cotkarên Amerîkayî werin kirîn û got:
"Ev qeyraneke mirovî ye û ez hest dikim ku pêwîst e em NIHA alîkariyê bikin, berî ku gelek dereng be. Dan û standin baş bi rê ve diçin!"
"Eger pêbend nebin em dê gavan biavêjin"
Li aliyê din, Trump beriya vê daxuyaniyê li Koşka Spî jî daxuyaniyek da.
Wî eşkere kir, eger Îran pêbendî peymanê nebe yan jî "baş tevnegere", ew dê bêguman tiştê pêwîst bikin.
Ev daxuyaniyên Trump piştî ku Amerîka û Îranê li Swîsreyê dawî li gereke dirêj a dan û standinên destpêkî anî, hatin dayîn.
Armanca van dan û standinan ew e ku peymaneke daîmî pêk bê da ku dawî li wî şerî bîne ku dawiya meha Sibatê di navbera her du welatan de dest pê kiribû.
JD Vance: Bingeheke baş hat avakirin
Çend demjimêran beriya daxuyaniya Trump, Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance jî li ser mijarê axivîbû.
Vance diyar kiribû ku gotûbêjên aştiyê yên li gel Îranê "bingeheke baş ji bo peymaneke dawî ya serkeftî" ava kiriye.
Vance her wiha ragihandibû ku Tehranê qebûl kiriye mufetîşên Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) derbasî nav Îranê bibin.
Li Tengava Hurmizê tevger dest pê kir
Ji aliyekî din ve, piştî dan û standinan keştiyan careke din dest bi derbasbûna di Tengava Hurmizê re kir.
Li gorî amarên şirketa Kplerê ku taybet e bi analîzkirina amarên keştîvaniyê, di dawiya hefteyê de derbasbûna 71 keştiyan hatiye piştrastkirin.
Tevgera herî zêde roja şemiyê bûye û 35 keştî di tengavê re derbas bûne.
Ev di demekê de ye ku beriya destpêkirina şer rojane 100 heta 130 keştî di wê tengavê re derbas dibûn.



