Hewlêr (Rûdaw) – Gigi Hadidê piştî ku nivîsa xwe ya têkildarî Îsraîlê jê bir rûbirûyê bertekan bû.
Gigi Hadidê derbarê mijarê de daxuyanî da û got, “Mixabin min mînakeke şaş bikaranî, ji ber vê sedemê ez poşman im.”
Modela Amerîkî Gigi Hadida ku bi eslê xwe Filistînî ye, têkildarî êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parvekirinek kiribû.
Gigi Hadidê di parvekirina xwe de gotibû, “Îsraîl zarokan, bi hinceta şer dîl digire û di cîhanê de mînakeke wekî vê nîne.”
Gigi Hadidê her wiha wêneyê zarokê bi navê Ehmed Almanasra jî parve kir û got, “Ew dema ku 12 salî bû, ji aliyê dagirkeriya Îsraîlê ve hat revandin.”
Li aliyê din îdia kir ku zarok di hucreyê de tê girtin.
“Min baş nefikirî û min parve kir”
Gigi Hadidê roja înê ew parve kir û paşê jî jê bir.
“Cihû jî di nav de”
Hadîdê piştî bertekan got:
“Wekî Filistîniyek dîtina nûçeyên Xezeyê min pir diêşîne. Parvekirina êş û zehmetiyên ku Filistînî dijîn, ji bo min gelekî girîng e lê mixabin dema ku min parvekirin kir, ez zêde li ser nefikirîbûm.”
Gigi Hadidê herwiha got, “Mixabin min mînakeke şaş bi kar anî û ez poşman im. Armanca min ew bû ku ez bal bikişînim ser mafê mirovan.
Cihû jî di nav de, pêwîst e zerer negihêje ti kesî.”



