Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ê ku ji kursiya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî gefên tund li Tehranê xwaribûn, tenê piştî çend demjimêran daxuyaniyeke çaverênekirî da.
Trump ragihand ku nûnerên wî Jared Kushner û Steve Witkoff li New Yorkê bi şandeya Îranê re hevdîtineke 3 demjimêran a "gelekî berhemdar" pêk aniye.
Trump got, "Îran dixwaze bi me re peymanekê çêbike. Ez bawer dikim ku em dê li hev bikin."
Li Rojhilata Navîn pevçûnên leşkerî û gefên dualî didomin lê li aliyê din li korîdorên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê, di navbera Washington û Tehranê de trafîkeke têkiliyan a surprîz rû da.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji rojnamegeran re axivî û piştrast kir ku rayedarên Amerîkayî û şandeya Îranê li New Yorkê hatine ba hev.
Trump ev civîn wekî "gelekî baş û bêhempa berhemdar" bi nav kir.
Wî da zanîn ku ev hevdîtina li pişt deriyên girtî nêzîkî 3 demjimêran ajotiye û di demeke nêzîk de civîneke duyem a di navbera aliyan de tê plankirin.
Nûnerên li ser maseyê: Jared Kushner û Steve Witkoff
Trump eşkere kir ku li ser maseya dan û standinan ji aliyê wî ve du kesên sereke cih girtine.
Wî ragihand ku zavayê wî Jared Kushner û nûnerê wî yê taybet Steve Witkoff rûbirû li gel rayedarên Îranî civiyane.
Trump anî zimên ku birêvebiriya Tehranê ji bo diyalogê bi daxwaz e û got:
"Îran dixwaze bi me re li ser maseyê rûnê û biaxive.
Wan îro jî rasterast pêwendî bi me re danî.
Di pêwendî û têkiliyên me de bipêşketineke erênî heye.
Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku her du alî dê bigihîjin çareseriyekê û peymaneke dawî."
"Piştî ku şer biqede dê petrol erzan bibe "
Serokê Amerîkayê diyar kir ku peymaneke mimkin a aştiyê dê di demeke kin de nefesê bide bazarên cîhanî.
Trump got ku piştî rawestandina şer, li seranserê cîhanê di serî de petrol, di bihayên enerjî û kel û pelan de dê daketineke berbiçav çêbibe.
Trump tevî têkiliyên dîplomatîk jî şertê sereke yê ewlehiyê yê welatê xwe ducare kir û got:
"Derbarê rêgirtina li ber bidestxistina çekên nukleerê ya Îranê de di xeta me ya sor de ti nermbûn nîne.
Em di vê helwesta xwe de bi temamî biryardar in."
Ji gefên li ser kursiyê ber bi maseya dan û standinan
Ev daxuyaniyên nerm ên Trump bal dikişînin ji ber ku piştî axaftina wî ya tund a li ser kursiya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hatin.
Trump di axaftina xwe ya li Civata Giştî de bangî Tehranê kiribû û gef xwaribû ku eger ew nêzîkî lihevkirinê nebin, ew dê Îranê "bêyî ku ti derfeta xilasiyê jê re bihêle bikişîne dojehê".
Lê dîsa jî wî dabû zanîn ku ew pêşbînî dike piştî hilbijartinên navberê yên Kongreyê yên di meha Çiriya Paşîn de, her du welat dikarin peymaneke fermî îmze bikin.



