Pekîn (Rûdaw) - Dengê rêziman û mûzîka zimanê Kurdî ji dîwarên bilind ên Çînê derbas bû.
Di dîroka wî welatî de cara ewil beşeke akademîk ji bo fêrbûna zimanê Kurdî hat vekirin.
Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Pekînê (BFSU) ku wekî "kargeha perwerdekirina dîplomatên Çînê" tê naskirin, zimanê Kurdî wekî 101emîn zimanê zindî yê cîhanê xist nav bernameyên xwe yên xwendinê.
Di pola yekem a vê beşê de, 11 xwendekarên Çînî dê 4 salan bixwînin.
Ew dê ne tenê ziman, her wiha çand, dîrok û erdnîgariya Kurdistanê jî bixwînin.
Yek ji çavdêrên bernameyê Şîrînê (Xueqing) got:
"Armanca me ew e ku ev xwendekar di paşerojê de di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de bibin pireke zindî."
Bi hevkariya Zanîngeha Selahedînê hat vekirin
Vekirina vê beşê berhema 10 salên xebatên îdarî û lêkolînî ye.
Ev gav bi hevahengiya zanistî ya li gel Zanîngeha Selahedînê ya li Hewlêrê hatiye avêtin.
Desteya mamosteyên beşê ji 2 mamosteyên Çînî û mamosteyekî Kurd pêk tê.
Mamosteyê Kurd ê li wê beşê Ziyad Ferec li ser asta xwendekaran got:
"Tiştê bala min kişandiye zîrekî û heza van xwendekarên Çînî ye.
Hîn 2 hefte derbas nebûne lê ez bipêşketineke ecêb dibînim."
Dîplomasiya rasterast a bi Kurdan re
Çavdêr vekirina vê beşê wekî gaveke stratejîk a Çînê ya ji bo kûrkirina têkiliyên li gel Kurdên Rojhilata Navîn dinirxînin.
Pekîn dixwaze kadroyên xwe li ser xaka xwe fêrî ziman û dabûnerîtên Kurdan bike da ku di paşerojê de rasterast û bêyî wergêr li gel Kurdan dan û standinê bikin.
"Kurdî zimanekî dewlemend e"
Xwendekar jî heza xwe ya ji bo fêrbûna vî zimanê nû tînin zimên.
Newroza ku yek ji xwendekarên beşê ye got:
"Ez gelekî kêfxweş im ku di beşa Kurdî de dixwînim. Kurdî zimanekî gelekî dewlemend û xweşik e.
Ez hêvî dikim ku rojekê serdana Kurdistanê bikim."
Tevî ku beşeke nû ye jî di sala xwe ya ewil de pêşwaziyeke baş lê hat kirin.
Tê çaverêkirin ku di salên bê de daxwaz ji bo vê beşê zêdetir bibe.


