Lavrov û Fîdan dê bicivin: Mijara sereke Peymana Dexlûdanê ye

28-08-2023
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Rûsya Hakan Fîdan Sergey Lavrov
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Maria Zakharovayê ragihand ku Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan dê li Moskowê bicivin.

Berdevka Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê Maria Zakharovayê daxuyanî da ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASSê û derbarê têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê agahî dan.

Maria Zakharovayê got, "Wezîrên karên derve yên Rûsya û Tirkiyeyê dê di demeke nêzîk de li Moskowê bên ba hev."

Li gorî zanyariyan, Peymana Dexlûdanê ya Deryaya Reş a di navbera Rûsya û Ukraynayê rojeva sereke ya civînê ye ku ew peyman ji meha borî ve rawestiyaye.

Rûsyayê gilî ji wê yekê dikir ku ew bixwe nikare gubre û dexlûdanê bi rêya Deryaya Reş hinarde bike.

Lewma Rûsyayê 17ê Tîrmeha 2023yan ji Peymana Dexlûdanê ya Deryaya Reş vekişiyabû.

Ew peyman sala 2022yan di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi navbenynkariya Tirkiyeyê û serperiştiya Neteweyên Yekbûyî hatibû îmzekirin.

Tirkiye hewl dide careke din Rûsyayê razî bike daku vegere nav wê peymanê. 

Kremlînê jî ragihandibû ku Putîn û Erdogan dê li ser rewşa korîdora dexlûdanê û mijarên din civîneke rûbirû pêk bînin lê di daxuyaniya wê de ti demek bo civînê diyar nekiribû.

Herwiha îro Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî ragihand ku di demeke nêzîk de Erdogan dê biçe Soçiyê û dibe ku geşedaneke nû di korîdora dexlûdanê de çêbibe.

Hakan Fîdan 25ê Tebaxa 2023yan çûbû Ukraynayê û bi Serok û Wezîrê Derve yê wî welatî re civiyabû.

Fîdan piştî wê civînê ragihandibû ku bi saya korîdora dexlûdanê ya Deryaya Reş zêdeyî 33 mîlyon ton dexlûdan ji bazarên cîhanê re hatiye hinardekirin.

Fîdan di heman demê de gotibû ku ew dê li ser hewldanên xwe yên xwe yên ji bo destpêkirina wê peymanê berdewam bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst