Hewlêr (Rûdaw) - Çend hefte ne ku çarçoveya peymaneke destpêkî ya ji bo bidawîkirina şerê Amerîka û Îranê amade ye.
Lê pirsgirêka mezin ew e ka dê vê peymanê çawa deynin da ku Washington û Tehran bikaribin li cem xelkê xwe nîşan bidin ku ew bi ser ketine.
Pirsgirêkên sereke çi ne?
Her du welat jî bi temamî ne serkeftî ne û ne jî têk çûne. Ji ber vê yekê gelekî pêwîstiya wan bi peymanekê heye.
Lê ji bo ku serkirdeyên tund ên navxweyî razî bikin, pêwîstiya wan bi destkeftan heye.
Li aliyê din, li gorî raporeke rojnameya New York Timesê (NYT) ya Amerîkayê, serokên her du welatan ji bo şandeyên dan û standinan pirsgirêk derxistine:
Li Îranê: Rêberê nû Mucteba Xamineyî "ji tirsa ku wekî bavê xwe neyê kuştin, xwe veşartiye".
Li gorî raporê, name û peyam bi rêya qasidan digihîjin destê wî, lewma bersivdana her pêşniyarekê çend rojan dikişîne.
Li Amerîkayê: Biryarên Donald Trump ew qas ji nişka ve ne û nayên pêşbînîkirin ku nûnerên wî jî nizanin dê çawa li ser navê wî biaxivin.
New York Times dibêje, "Gelek caran Trump ji wan sozên ku nûnerên wî berê li ser li hev kiriye paşve dikişe."
Wekî mînak, Trump berê razî bûbû ku dewlemendkirina uranyuma Îranê 10 salan were rawestandin lê ji nişka ve biryara xwe guherand û kir 20 sal. Vê yekê jî guftûgo têk dan.
Pirsgirêka "Dê kî cara yekem dest pê bike?"
Naveroka peymanê zelal e. Divê Îran Tengava Hurmizê veke û uranyuma xwe ya dewlemendkirî radest bike.
Di hember de jî divê Amerîka cezayên li ser keştiyên Îranê rake û bi milyaran dolarên blokekirî serbest berde.
Lê pirsgirêk li vir e: Amerîka dixwaze pêşî her tiştî wergire û tiştê herî kêm bide.
Îran jî dixwaze destpêkê tiştan wergire û paşê hêdî hêdî gavan biavêje.
Pereyên blokekirî ji bo Trump serêşî ye
Îran rijd e ku divê bi dehan milyar dolarên wê yên blokekirî yên li welatên herêmê serbest werin berdan.
Lê ev yek ji bo Trump giran e. Çimkî wî berê gelek rexne li Barack Obama û Joe Biden digirtin ku çend milyar dolar ji Îranê re serbest berdane.
Eger Trump niha bi xwe ji 20 milyar dolaran zêdetir ji bo Îranê serbest berde, dê hevrikên wî yên siyasî bi tundî êrişî wî bikin û wî wekî "lawaz" wesif bikin.
Îran difikire ku dem di berjewendiya wê de ye
Di demekê de ku dan û standin bi sistî bi rê ve diçin, Amerîka hewl dide li Kendavê zextên aborî yên li ser Îranê zêde bike.
Lê Îran jî êrişên xwe didomîne û heta hefteya borî êrişî Balafirgeha Kuweytê jî kir.
Trump dibêje çareya Îraniyan nîne û dê di dawiyê de neçar bimînin ku razî bibin.
Lê berpirsên Îranê bawer dikin ku dem di berjewendiya wan de ye.
Ew dizanin ku Trump soz dabû ku Amerîkayê nexe nav şerekî demdirêj.
Ew her wiha dizanin ku bilindbûna bihayê benzînê û enflasyona li Amerîkayê, dê beriya hilbijartinên Kongreyê yên di meha Çiriya Paşîn de Trump neçar bike ku tawîzan bide.
Wekî ku şîrovekarekî ji rojnameyê re gotiye, "Îran wisa difikire ku Trump tenê dikare çend hefteyan li ber vê zexta aborî li ber xwe bide lê Îran dikare bi mehan li ber xwe bide."



