Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump destnîşan kir ku ew di pêvajoya peymana li gel Îranê de gelekî baş bi pêş ve diçin.
Trump ji bo “serkeftinê” jî dem da û got, "Dema ku me di nav 2 hefteyên pêşiya me de serkeftina temam ragihand, em dê bi rastî jî bi ser ketibin."
Peyama ji bo hilbijêran
Serokê Amerîkayê Trump beşdarî telekonferanseke ji bo Senator Lindsey Graham bû. Wî di vê pêwendiyê de li ser Îranê peyam dan hilbijêran.
Trump diyar kir ku ew di mijarên li ser Îranê de di rewşeke gelekî baş de ne û pêvajoya li ser peymanê baş berdewam dike û destnîşan kir ku dê di demeke nêzîk de ev mijar bê girtin.
"Em tîmeke bihêz in"
Serokê Amerîkayê di nirxandina xwe de anî ziman, "Em tîmeke gelekî bihêz in û bi dîtina min em di vî şerî de bi ser dikevin.
Dema ku me di nav 2 hefteyên pêşiya me de serkeftina temam ragihand, em dê bi rastî jî bi ser ketibin."
Trump her wiha peyama wê yekê da ku dê bi vê pêvajoyê re li Amerîkayê bihayê benzînê bi lez dakeve û ji dengderan xwest ku dengê xwe bidin Graham.
Banga rawestandina şer
Serokê Amerîkayê Trump li ser aloziya ku yekşemê di navbera Îran û Îsraîlê de zêde bûbû, li ser hesabê xwe yê Truth Socialê daxuyanî dabû.
Trump di daxuyaniya xwe de bangî Îsraîl û Îranê kiribû ku "demildest" şer rawestînin.



