Hewlêr (Rûdaw) - Civata Ewlehiya Navdewletî ya ser bi Netewên Yekbûyî îro cardin derbarê rewşa siyasî û mirovî ya Sûriyê dicive , û biryar e çareseriya siyasî û biryara 2254 û nivîsandina destûreke nû bêne gotûbêjkirin.
Cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovî ragihand, şiyanên wan ên gihandina alîkariyên mirovî û sivikkirina barê ser milê wan, girêdayî xwesteka siyasî û destkeftiyên darayî yên Civaka Navdewletî ye.
Encûmena Asayişê ya ya Neteweyên Yekbûyî hewleke din ji bo bipêşvebirina rewşa siyasî û mirovî li Sûriyê dide, eger nakokiyên siyasî li ber wê gavê nebine rêgir.
Di civîna îro ya Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî de, li ser projebiryara 2254 a taybet bi çareseriya siyasî ji bo Sûriyê û nivîsîna destûrê, gotûbêjê tê kirin.
Nakokiyên di nav endamên encûmenê de, li ser pirsên siyasî, astengiya mirovî jî ji bo xelkê dirust kiriye.
Her axaftin û nelihevkirinek li encûmenê derdikeve, yekser karvedana wê li ser zemînê li Sûriyê dibe û gihandina alîkariyên mirovî ji bo xelkên wî welatî, di krîza coronayê de ew qasî din zehmetir dike.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarên Mirovî Mark Lowcock got: “Karîna me ji bo gihandina alîkariyên mirovî û rakirina rewşa giran li ser milên milyonan xelkên sivîl, girêdayî xwesteka siyasî û destkeftiyên darayî yên Civaka Navdewletî ye, di nav de jî, ew welatên endam di encûmenê de. Niha ne dema wê yekê ye ku alîkariyên mirovî ji bo Sûriyê bêne kêmkirin. Pêwîstiya me bi pereyên bêhtri heye, ne ku kêmtir. Eger mebesta me be, em nehêlin rewş xirabtir bibe.”
Girîngiyeke din a civîna îro ya Encûmena Asayişê, di demekê de ye, 11ê Tîrmehê biryara 2533 ya gihandina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê El Bab bidawî tê.
Rêvebera cîbicîkar a UNICEFê Henrietta Fore jî dibêje: “Em daxwazê ji encûmenê dikin, biryara gihandina alîkariyên mirovî bi rêya deriyên sînorî dirêj bike, em hemû hewlan bidin ku bigihêjin rêkeftinê ji bo gihiştina bi zarokan bi rêya korîdorekî bo parêzgeha Idlibê û beşên din ên bakurê rojava.”
Di civîna vê carê ya Encûmena Asayişê de, biryarên civînên Rêxistina Rêgirîkirinê li ber Belavbûna Çekên Kîmyawî têne gotûbêjkirin, ku di civînê de, hikûmeta Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyawî hate tawanbarkirin.
Mijareke din a Encûmena Asayişê, yekirina hewlan ji bo gihnadina vaksîna coronayê ji bo hemû wan welatên ku bêhtir ji 1500 kesî li wan, bi Koronayê canên xwe jidest dane.
Li gorî raporta dawî ya Neteweyên Yekbûyî, bi sedema şer û aloziyên Sûriyê, bêhtir ji 13 mlyon kes koçber û derbidr bûne, ku dike 60% ji tevaya nişteciyên Sûriyê. 13.4 miylon kes pêwîstiya wan bi xwarin û xorakê û alîkariyê mirovî heye, ew hejmar jî li gorî sala 2012an sê qatan zêde bûye.


