Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew di dan û standinên bi Îranê re de gihîştine xaleke dîrokî û dibe ku roja duşemê peymana dawî were îmzekirin.
Donald Trump di pêvajoya dîplomatîk a piştî şer de peyamên geşbîn dan û diyar kir ku ew di qonaxa dawî de ne.
Trump ji malpera nûçeyan a Axiosê re axivî û daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî bi rengê "gelekî erênî" binav kirin.
Tehranê ji bo "agahiyên şaş" lêborîn xwest
Trump destnîşan kir ku hinek şertên ku îro di medyaya Îranê de hatine belavkirin dûrî rastiyê ne.
Trump eşkere kir ku birêvebiriya Tehranê bi rêyeke taybet ji ber van agahiyên nefermî ji Amerîkayê "lêborîn" xwestiye.
Trump beriya niha bi rêya platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê, bi zimanekî tund rexne li rêberên Îranê girtibûn û dabû zanîn ku ti pêwendiya şertên ku hatine belavkirin bi metna ku li ser hatiye lihevkirin re nîne û gotibû:
"Rêberên Îranê ne cihê baweriyê ne, divê xwe rast bikin."
Angaştên medyaya Îranê
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê (IRNA), piştî îmzekirina pêşpeymanê, dê pêvajoyeke dan û standinan a 60 rojan dest pê bike.
Li gorî vê nûçeyê, Tehran li ser parastina mafê dewlemendkirina uranyumê, hilanîna rezervên heyî û ji bo Tengava Hurmizê di destê Îranê de bimîne israr dike.
Ajansa Nûçeyan a Mehrê jî îdia kir ku pêşnûmeya peymanê; bidawîanîna şer a li hemû eniyan (di nav de Libnan jî heye) serbestberdana 24 milyar dolarên Îranê yên rawestandî, rawestandina sizayên petrolê û vegerandina zererên şer ên Îranê dihewîne.
Berpirsê Amerîkî: Uranyum dê radestî Amerîkayê bê kirin
Lê belê, berpirsekî payebilind ê rêveberiya Trump tabloyeke ji ya medyaya Îranê cuda xêz kir.
Berpirsê Amerîkayî destnîşan kir ku li gorî peymanê, uranyuma meyandî ya Îranê dê ji aliyê Amerîkayê ve were wergirtin û ev ne tenê peymaneke navbera du welatan e, ew projeyeke "aştiya herêmî ya berfireh" e ku Îsraîl, Libnan û welatên Kendavê jî dihewîne.
Wî berpirsî her wiha diyar kir ku ew bawer in hevalbendên wan ên Îsraîl û Kendavê jî dê piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.
Pakistan navbeynkariya çalak dike
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku aştî ji her demê nêzîktir e û bang li medyayan kir ji nûçeyên texmînî dûr bisekinin.
Li aliyê din, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîfê ku navbeynkarê serekî yê pêvajoyê ye daxuyand:
"Li ser nivîsa dawî ya peymana aştiyê lihevhatin hatiye kirin. Pakistan niha ji bo gavên li pêşiya me ligel her du aliyan bi awayekî nêzîk dixebite."
Divê were gotin ku şer 28ê Sibata 2026an dest pê kiribû û trafîka enerjiyê ya cîhanê felc kiribû.



.webp&w=3840&q=75)