Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, agahiyên ku ji aliyê rayedarên Îranê ve ji medyayê re hatibûn şandin ên têkildarî şertên dan û standinan derewandin û birêvebiriya Tehranê bi tundî rexne kir.
Trump got ku ne gengaz e li ser bingeha "niyeta baş" bi Îranê re peymanek were kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyand ku ew şertên ku rayedarên Îranê bi rêya "medyaya çêkirî" belav kirine, bê bingeh in.
Trump, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û bi gotinên tund gumanan xist ser “duristiya birêvebiriya Tehranê.”
"Bê bingeh in"
Trump destnîşan kir ku ti pêwendiya wan şertên Îranê belav kirine, bi wê peymana rast ku li ser tê xebitîn re nîne û ev angaşt bi rengê "cihê heyf û daxê" bi nav kirin û got:
"Ew şertên ku Îranê ji medyaya çêkirî re belav kirine, bi temamî xeyalî ne û ji wê metna rastîn a ku hatiye plankirin bê îmzekirin, pir dûr in."
"Nabe bi wan re bi niyeta baş kar bê kirin"
Serokê Amerîkayê ku birêvebiriya Tehranê wekî "ne cihê baweriyê" bi nav kir, bal kişand ser “zehmetiyên rûniştina li ser maseya dan û standinan” a li gel rayedarên Îranê.
Trump, bi gotina "Dema mijar dibe kar, ew kesên gelekî ne cihê baweriyê ne. Ne gengaz e ku mirov bi van kesan re li ser bingeha 'niyeta baş' dan û standinan bike," nîşan da ku baweriya dîplomatîk bi temamî şikestiye.

.webp&w=3840&q=75)

