Karsaza Kurd Narîn Nadirova li Kazaxistanê bû ‘Kesayeta Salê’

27-12-2019
Gulbahar Altaş
Nîşan Kazaxistan Kurd Kurdistan Kinyazê Îbrahîm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karsaza Kurd Narîn Nadirova di nav Kurdên li Kazaxistanê de weke ‘Kesayeta Salê’ hat destnîşankirin.

Yekîtiya Kurdên Kazaxistanê her sal di encama dengdanekê de, ‘kesayetê/a salê’ destnîşan dike li wî welatî.

Îsal jî Kurdên li Kazaxistanê dengedanek encamdan û karsaza Kurd Narîn Nadirova (Narîn Kinyazê Hemîd) zêdetirîn deng bidestixistin û bû ‘Kesayata Salê’ li wî welatî.

Di merasîmeke taybet a li bajarê Almaty yê Kazaxistanê, Serokê Kurdên Kazaxistanê Prof. Kinyazê Îbrahîm, xelata ‘Kesayeta Salê’ pêşkêşî Narîn Nadirovayê kir.

Di wê merasîmê de akademîsyen û rewşenbîrên Kurd ên weke Prof. Nadir Nadîrov, Ezîzê Ziyo Bedirxan, Ezîmê Şemo û gelek kesayetên diyar ên Kurd amade bûn.

Debarê destnîşankirina wê weke ‘Kesayeta Salê’, Narîn Nadirova ji Rûdawê re axivî û ragihand ku ew gelek serbilind e ku hêjayî vî xelatî hatiye dîtin û got, “7 kesayetên serkevtî ku di warên xwe de naskirî ne beşdarî dengdabûnê bûn.  Bi piraniya dengan destnîşankirina min, bo min jî surprîzek bû. Serbilind im. Ji bo ku şayesteyê wan xelatên ku xelkê min hêjayî min dibîne, ez dê xebatên xwe berdewam bikim.”

Karsaza Kurd Narîn Nadirova ku di warê karûbarên bankî de xebatên xwe birêve dibe û herwiha cîgira CEOyê Home Credit Bank e, Sibata îsal jî di warê aboriyê de, hêjayî xelata ‘Merey’ hatibû dîtin ku ev xelat her sal li Kazaxistanê bi wan kesayetên ku di warê aborî û darayî de serkevtî ne tên bexşîn.

Wê karsaza Kurd sala 2017an jî Xelata Yekîtiya Gel a Kazaxistanê wergirtibû ku yekem car jineke Kurd li wî welatî hêjayî wî xelatî hatibû dîtin. Ew xelat berî niha bi civaknasê Kurd Prof. Ezîzê Ziyo Bedirxan hatibû dayîn.

Narîn Nadirova bi mebesta pêşxistina karûbarên bankî û darayî, gelek caran serdana  Herêma Kurdistanê jî kiriye.

Nadirova, keça Kinyazê Hemîd e ku niha li parlamentoya Ermenistanê parlamenter e û herwiha bûka akademîsyenê Kurd Nadirê Kerem Nadîrov e û 3 zarokên wê hene.

Home Credit Bank ji girîngtirîn bankên Çekyayê ye ku niha Narîn Kadîrova li şaxa wê bankê li Kazaxistanê Cîgira Rêveberê wê bankê ye.

Herwiha jibilî Narîn Kadîrova gelek caran li medyayên Rûsya, Ewropa û cîhanê di warê karûbarên aborî û darayî de weke şêwirmendekê derketiye pêş û kovara aboriyê, Forbesê, nêrîn û boçûnên wê jina Kurd ên derbarê krîza li Kazaxistanê de belav kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst