Nêçîrvan Barzanî û Olaf Scholz civiyan

26-06-2023
RÛDAW
Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir
Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Olaf Scholz Almanya Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û civîna wan civiyan. Peyamnêra Rûdawê got di ve hevdîtinê de herdu alî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, xurtkirin û berfirehkirina hevkariyên hevbeş ên navbera Hewlêr û Berlînê di warên leşkerî û mirovî de û şerê li dijî DAIŞê û herwiha guhertinên û pêşhatieyên li navçe û cîhanê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanekê li Almanyayê ye û îro Duşemê 26ê Hezîrana 2023yan li Berlînê, piştî çend hevdîtinên berpirsên din ên wî welatî re, ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz destpê kir.

Berî vê hevdîtinê Serokê Herêma Kurdistanê ligel Wezîrê Dewletê yê bo Karûbarên Derve yê Almanyayê Tobias Lindener, Wezîra Hevkariya Aborî û Geşepêdanê ya Hikûmeta Federal a Almanyayê Sevinia Schultz û Sekretera Dewletê ya Wezareta Karûbarên Aborî û Keşûhewayê ya Almanyayê Dr. Franziska Brantner civiya.

Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî li cihê hevdîtinê ragihand ku piştî hevdîtina Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzaî serdan û hevdîtinên xwe bidawî dike û paşê vedigere Herêma Kurdistanê.

Rayedarên Alman serdanê giring dibînin. Peyamnêra Rûdawê dibêje herdu alî behsa pêşhatiyên li navçe û cîhanê rûdidin kirin, bi taybetî peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

 

Peywendiyeke bihêz di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de heye. Almanyayê di dema şerê li dijî DAIŞê de piştgirueyeke mezin da Herêma Kurdistanê. Minak Almanyayê yek ji çeka xwe ya herî bi bandor “Milan” ji bo têkbirina êrîşên DAIŞê radestî Hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê. Piştî ku DAIŞê di havîna 2014an de dest bi êrîşên xwe yên li Başûrê Kurdistanê kir, Almanyayê şêwirmendên leşkerî şand bo Herêma Kurdistanê û Iraqê da ku perwerdekirina pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên Iraqê bike. Almanyayê. Di sala 2016an de nêzî 160 şêwirmendên leşkerî li Herêma Kurdistanê û Iraqê hebûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst