Amerîka: Rûsya û Ukraynayê li ser agirbestê li hev kir

Duh li 09:31
RÛDAW
Nîşan Amerîka Rûsya Ukrayna Deryaya Reş Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amerîka diyar kir Rûsya û Ukraynayê li ser agirbesta li Deryaya Reş li hev kir.

Koşka Spî, piştî danûstandinên xwe yên bi Rûsya û Ukrayna re, du daxuyaniyên cuda ji bo her du welatan belav kir.

Koşka Spî ragihand ku li ser "dabînkirina seferên ewle, nehiştina bikaranîna hêzê û astengkirina bikaranîna keştiyên bazirganiyê ji bo armancên leşkerî li Deryaya Reş" agirbestek li ser deryayê hatiye îmzekirin.

Di her du daxuyaniyan de hat diyarkirin ku her du welatan ji bo rawestandina êrişên li ser jêrxaneya enerjiyê li hev kir.

Her wiha hat gotin ku Ukrayna û Rûsya dê berdewam bin li ser xebatên ji bo gihiştina aştiyeke mayînde.

Koşka Spî di daxuyaniya taybet a ji bo Ukraynayê de ragihand ku Amerîkayê soza xwe ya ji alîkariya guherîna dîlan, berdana girtiyên sivîl û vegera zarokên Ukraynayî yên ku bi darê zorê hatine veguhastin daye bi bîr xistiye.

Di belgeya taybet a ji bo Rûsyayê de jî hat diyarkirin ku Amerîka dê ji Rûsyayê re alîkar bû ku xwe bigihîne bazara cîhanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst