Kaja Kallas: Em zextê li Sûriyeyê dikin da ku karên rast bikin ne tenê biaxivin

25-03-2025
RÛDAW
Nîşan Kaja Kallas Yekîtiya Ewropayê Sûriye Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallasê eşkere kir ku ew zextê li Hikûmeta Sûriyeyê dikin da ku kerên rast bikin ne tenê biaxivin.

Kallasê eşkere kir pêwendiyeke wan a baş li gel civak û rêxistinên sivîl ên Sûriyeyê heye ji ber ku ew raporên rast û dirust didin wan.

Siyasetmedara Yekîtya Ewropayê tekez kir ku ew zextê li Sûriyeyê dikin ji bo ku karên rast bikin ne ku tenê qise bikin.

Kaja Kallas îro di konferanseke rojnamegeriyê de bersiv da pirsên rojnamegeran.

 Kallasê behsa pêwendiyên Sûriye û Yekîtiya Ewropayê kir û got:

“Bêguman heman dilgiraniyên me hene, ew (Desthilatdarên Sûriyeyê) tiştên rast dibêjin lê gelo ew tiştên rast dikin?

Em li gel hemû welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê behsa wê yekê dikin.

Em Sûriyeyeke aram dixwazin. Xelkê Sûriyeyê êşeke zêde dît.

Sûriye welatekî zêde pirralî ye û çend komên cuda tê de hene; ji bo wê yekê, pêwîst e ew kom bikevin bin banê Hikûmetê Sûriyeyê.”

Berpirsa YEyê behsa paşeroja Sûriyeyê jî kir û wiha domand:

“Em zextê li wan dikin ji bo ku karên rast bikin ne ku tenê qise bikin.

Em her wiha bi civaka sivîl a Sûriyeyê di pêwendiyê de ne ji ber ku ew raporên zêde rast û dirust didin me.

Pêwîst e em wê yekê bikin, ji ber ku wekî din bijardeyeke me nîne.”

Herî dawî Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekgirtî komkujiyên li peravên Sûriyeyê şermezar kir û ji Hikûmeta Sûriyeyê xwest ku rêzê li hemû ayîn û neteweyên li Sûriyeyê bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst