Ewropa keştiyên şer dişîne pêşiya penaberan

24-04-2015
Nasredîn Akyol
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) – Di civîneke awarte de duh welatên Yekîtiya Ewropayê li Brusselê biryar dan ku keştiyên şer ji bo rizgarkirina penaberan bişînîn Deryaya Navîn.

Binavbûna keştiyeke tijî penaber di yekşema borî de, ku di encamê de derdorê 800 penaber xeniqîbûn, hiştibû ku guftûgoyeke berfireh derbarê siyaseta Ewropayê ya derbarê penaberan de dîsa geş bibe.

Di civîna ku pirraniya serokwezîrên welatên Yekîtiya Ewropayê beşdar bûn de, biryar hat standin ku ji bo rizgarkirina penaberên ku dikevin metirsiyê budceya misyona parastina sînorên avî yên Ewropayê ya bi navê “Triton“ ji niha mehane 3 milyon Euro bikin mehane 9 milyon Euro. 

Ji bilî zêdekirina pereyan ji bo rizgarkirina penaberan, serokwezîrên welatên Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku keştiyên şer jî ji bo rizgarkirina penaberan bişînin Deryaya Navîn û beravên Îtalyayê. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel diyar kir ku Almanya wê herî kêm du keştiyên şer bişîne Deryaya Navîn.

Wekî din serokwezîrên welatên Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku li dijî qaçaxiyê û derbaskirina penaberan ji beravên bakurê Afrîkayê ber bi beravên welatên Yekîtiya Ewropayê bikevin nav hewldanan û ji bo vê yekê lêkolîn li ser wê yekê bên kirin ka ew keştiyên ku penaber bi rêya wan derbasî Ewropayê tên kirin dikarin beriya bikaranînê bên xirabkirin, eger pêwîst be bi rêbazên leşkerî jî.

Frensa û Brîtanya wê ji bo bikaranîna rêbazên leşkerî li dijî keştiyên qaçaxçiyan hewl bidin ku razîbûna Neteweyên Yekbûyî bidest bixin. Di vê bareyê de serokkomarê Frensayê François Hollande diyar kir ku ewê îro li Yerewanê, piştî merasima 100. salvegera bîranîna qirkirina Ermeniyan, bi serokê Rûsyayê Wladîmîr Pûtin li ser mijara rêbazên leşkerî biaxive û diyar kir ku ew geşbîn e ku ew Wladîmîr Pûtin razî bike ku ev gava wan ne dagîrkirina Lîbyayê ye.

Sala 2014ê derdorê 3500 penaber di Deryaya Navîn de xeniqîn, di herçar mehên 2015ê de jî 1600 penaberên xeniqîne. Li gor texmînên saziyên navnetewî îsal wê derdorê 200 hezar penaber hewl bidin ku bi rêyên cihê xwe bigihînin Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst