Dusseldorf (Rûdaw) - Piraniya rêxistin û saziyên Kurdistanî yên li Almanyayê hişyariyê didin û dixwazin ku Kurd beşdarî wan xwenîşandanan nebin ku biryar e hefteya bê li seranserî Almanyayê werin kirin.
Polîsê Almanyayê jî dibêje heger li welatê wan xwenîşandan hebin jî ew dê nehêlin ew têkdan û aloziya ku li Fransayê rû da li Almanyayê ducare bibe.
Çend roj in bangeşeya ji bo xwenîşandanên seranserî yên li Almanyayê di nav torên civakî de belav bûye.
Aliyên ku herî zêde bangeşeyê belav dikin, kom û rêxistinên çep ên Almanyayê ne.
Ew dixwazin ku 31ê mehê ciwan, xwendekar û kesên nerazî derkevin ser cade û kolanan.
Komeleya Kurdî-Almanî ya li Berlînê û Komeleya Ronakê ya li Bochumê 2 mînakên wan rêxistinan in ku ji ciwanên Kurd re dibêjin, "Meçin û beşdarî wan xwenîşandanan mebin."
Her wiha Komeleya Malbatên Kurd ên Libnanî jî bangî civaka Kurdî-Libnanî ya li Almanyayê kiriye û dibêje, nabe endamên civaka wan beşdarî xwenîşandanan bibin.
Gelek caran navê malbatên Kurd ên Libnanî di medyayê de bi torên binpêkerên qanûnê re li Almanyayê tê bilêvkirin.
Ji ber vê yekê komeleyê ew bang belav kiriye da ku di egera alozî û têkdanê de navê wan neyê bilêvkirin.
Hişyariya polîsan
Polîsê Almanyayê hişyarî da û diyar kir ku ew agahdar in hewldan hene ji bo ku êvara 31ê mehê alozî û têkdan werin kirin.
Serokê Sendîkaya Polîsên Almanyayê Jochen Kopelke hişyarî da û got, yên ku aloziyê çêdikin ne ew xwendekarên aştîxwaz in ku daxwaza perwerdeya baştir û parastina jîngehê dikin, ew kes in ku li pişt wan xwendekaran xwe vedişêrin û karên têkder dikin.


.jpg&w=3840&q=75)