RÛSYA - Roja Parêzvanên Welêt: 'Bila leşker vegerin mala xwe û rewş bi aştî xelas bibe'

24-02-2024
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûsya Roja Parêzvanên Welêt Artêşa Sor
A+ A-

Rûsya (Rûdaw) - Beriya çend salan li Rûsya û tevaya qada Sovyeta berê “Roja Parêzvanên Welêt” di 23 Sibatê de wekî cejna mêran dihat pîrozkirin.

Dîroka vê cejnê vedigere sala 1918an ku di vê rojê de Artêşa Sor a Karker û Cotkaran hatibû damezrandin.

Bi nêrîna alîgirên çep, çawa ku 106 sal berê Artêşa Sor li dijî “dagirker û emperyalîstan şer dikir, îro jî Artêşa Rûsyayê heman şerî” dewam dike.

Jixwe bi ser destpêkirina şerê li Ûkraynayê re jî tam 2 sal derbas dibin.

“Amerîka dixwaze welatên cîhanê bitewîne Rûsya jî ji bo azadiya gelan şer dike”

Seroka Bizava Gel Nîna Anatolyevnayê got, "Îro hikimraniya Amerîkî dixwaze hemû welatên cîhanê bitewîne.

Lê em, Rûsya ji bo wekhevî û azadiya hemû gelan, ji bo biratiya hemû gelan şer dikin.

Lewre, divê li cîhanê her kes bi rêbaz û nirxên xwe yên kevneşopî bijîn."

“Leşkerên me wekî 106 sal berê îro bi mêrxasî diçin şer”

Çalakvanê Partiya Karkerên Şoreşger Daniel diyar kir, "Leşkerên me yên ku îro bi mêrxasî diçin şer, eynî mîna 106 sal berê bê xof û bê tirs bi dijminan re şer dikin.

Wê demê wan komara me ya xweşik diparast û îro jî welatê me ji împeryalîzma cîhanê diparêzin."

Ji bo piraniya welatiyan “Roja Parêzvanê Welat” mîna nostaljiyeke ji serdema Artêşa Sor a Sovyetê dimîne lewre, ew nikarin vê cejnê bi şerê îroyîn ve girê bidin.

“Cejn a Artêşa Sovyetê ye lê êdî nema”

Efserê yedek Mîxayî anî ziman, "Rojeke pir xemgîn e. Ez xemgînim. Cejn a Artêşa Sovyetê ye lê Artêşa Sovyetê êdî ne maye.

Niha Artêşa Rûsyayê ye. Min di Artêşa Sovyetê de xizmet kiriye. Artêşa Rûsyayê pir cuda ye.

Ez nexwazim ne morala xwe, ne ya xelkê xera bikim. Erê, hizra min heye li ser şerê îroyîn, lê ez nexwazim li serê biaxivim, boborin."

“Bila leşker vegerin mala xwe û rewş bi aştî xelas bibe”

Endaziyar Galînayê got, "Bila demekî nêz de hemû leşker vegerin mala xwe û ew rewş ji bo her kesî bi aştî xelas bibe."

“Leşker her leşker dimîne”

Jeolog Aleksander, "Leşker her leşker dimîne. Li her welatî leşker karê xwe dike.

Lewma jî ew roj a wan e, cejna wan e."

Di rastiyê de, ji bilî çend çalakiyên fermî, di nava civakê de avhewayeke cejnane nayê dîtin.

Lewre, piraniya welati li bendê ne ku ew şerê giran ku du sal in didome bi dawî bibe û êdî behsa aştiyê bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst