Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re civiya û diyar kir ku divê rêz li statuya Herêma Kurdistanê were girtin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 20ê Kanûna Paşîn a 2025an ji bo beşdariya Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê çû Swîsreyê.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê de bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi pêwendiyên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de kir û ji bo piştgiriya berdewam a ji bo gelê Kurd spasiya hikûmet û gelê Fransayê kir.
Di hevdîtinê de bipêşxistina pêwendiyên dualî, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, hewlên avakirina kabîneya nû û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de hatin gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê bi temamî erkên xwe yên destûrî bi cih tîne û got ku divê mafên gelê Kurd neyên binpêkirin.
Barzanî diyar kir ku divê rêz li statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were girtin û mafên darayî yên gelê Kurd werin dabînkirin.
Di hevdîtinê de her wiha li ser pêşhatên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî hat axaftin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse