Koln (Rûdaw) - Şaredarê Kolnê Ralph Elster sala nû ya gelê Kurd pîroz kir û ji bo "tevahiya gelê Kurd serxwebûn û azadî" xwest.
Li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi dehan hezar kes li hev civiyan û wan Newroz pîroz kir.
Bi dehan hezar kes ji bo Newrozê li Kolnê civiyan
Îro li bajarê Kolnê yê Almanyayê bi dehan hezar kes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûn.
Li qada pîrozbahiyan alayên Kurdistanê û alayên nûnerên siyasî yên herêmên cuda yên Kurdistanê hatin livandin.
Kurdên ku bi cil û bergên neteweyî yên Kurdan tevlî pîrozbahiyan bûn, Sala Nû ya Kurdistanê ya 2725an bi coş pêşwazî kir.
Şaredarê Kolnê Ralph Elster, di axaftina xwe ya di dema pîrozbahiyan de da zanîn ku Newroz ne tenê cejnek e, di heman demê de mîraseke çandî ye jî û li pey çû:
"Ez bi wesîleya Cejna Newrozê û sala nû ya Kurdî silavên herî germ ên Meclisa Şaredariya KOlnê pêşkêş dikim.
Civandina bi hezaran kesan li vir, li Almanyayê ji bo pîrozkirina vê cejna kevnar kêfxweşiyeke mezin e."
"Ez ji bo tevahiya gelê Kurd serxwebûn û azadiyê dixwazim"
Elster di axaftina xwe de got, "Ez ji bo hemû gelan aştî, ji bo tevahiya gelê Kurd azadî û serxwebûnê dixwazim.
Em wekî bajarê Kolnê ji we û malbatên we re saleke bextewar, saxlem û bi aştî dixwazin."
Pêwendiya di navbera Newroz û Paskalyayê de
Şaredar her wiha destnîşan kir ku Newroz û cejnên biharê yên çandên din dişibin hev û bal kişand ser pêwendiyên Newrozê bi Cejna Paskalyayê re ya ku di cîhana Xiristiyan de tê pîrozkirin.
Ralph Elster wiha pê de çû, "Kevneşopiya ku em îro wekî Agirê Paskalyayê nas dikin, di rastiyê de ji agirên mezin tê ku gelê Alman 2500 sal berê ji bo pîrozkirina hatina biharê pê dixistin."
"Newroz ji bo Kurdan sembola yekîtî û berxwedanê ye"
Elster anî zimên ku Newroz ji bo gelê Kurd ne tenê cejnek e, di heman demê de sembola têkoşîna azadiyê ye jî û got:
"Agirê Newrozê, sembola berxwedana li dijî dagirkeran e.
Nîşaneya yekîtî û hevgirtina civakî ya Kurdan e. Sembola wê yekê ye ku neteweya Kurd dikare bi awayekî demokratîk li hev kom bibe û çarenivîsa xwe diyar bike."
Pîrozbahiyê bi pêşkêşiyên cuda yên muzîk û reqsê heta saetên dereng ên şevê bi coş berdewam kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse