Hewlêr (Rûdaw) - Du malbatên Kurd ên ji Silêmaniyê li Bulgaristanê qeza kir ku ji Almanyayê bi otomobîlên xwe vedigeriyan Herêma Kurdistanê.
Di qezayê de 3 kesên ji malbatekê mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Qeza doh êvarî derdora saet 19:35an li otobana Maritsayê ya Bulgaristanê qewimî.
Her du otomobîlên ku ber bi sînorê Tirkiyeyê ve diçûn li hev qelibîn.
Di otomobîlan de malbatên Kurd ên xizmên hev hebûn.
Piştî ku otomobîl li hev qelibîn, ji kontrolê derketin û vergeriyan.
Dê, bav û kurekî mirin
Çalakvanênê kar û barên koçberan ê li Ewropayê Renc Pişderî li ser bûyerê agahî dan Rûdawê.
Renc Pişderî diyar kir ku ew kesên mirine ji heman malbatê ne.
Li gorî agahiyên Renc Pişderî, di qezayê de Heme Doziyê 40 salî, hevjîna wî Baxana 39 salî û kurê wan Canê 11 salî mirine.
Keça malbatê Yelmaya 16 salî jî bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyeke bajarê Plovdivê tê dermankirin.
Di otomobîla din de 5 birîndar hene
Di otomobîla din de ya ku xizmên wan tê de bûn mirî nînin lê bi giştî 5 kes bi giranî birîndar bûn.
Hat zanîn ku di nav birîndaran de jineke 34 salî û 3 zarokên 7, 10 û 5 salî hene.
Ev birîndar jî li nexweşxaneyeke Haskovoyê tên dermankirin û hat ragihandin ku mejiyê yekî ji zarokan hejiya ye.
Geştên wan hatibûn betalkirin
Polîsên Bulgaristanê û medyaya xwecihî li ser bûyerê daxuyanî da.
Hat diyarkirin ku piştî yek ji şofêran kontrola dîreksiyonê winda kiriye, her du otomobîl li hev qelibîne û ji rê derketine.
Otomobîlek piştî ku li darekê qelibî ye agir pê ketiye.
Renc Pişderî destnîşan kir ku di rastiyê de malbatan plan dikir ku bi balafirê vegerin Silêmaniyê.
Lê ji ber ku geştên wan çend caran hatin betalkirin, ew neçar man ku bi rêya bejahî vegerin.



