Hewlêr (Rûdaw) - Trump got, “Erdogan dostê min e, artêşeke mezin a Tirkiyeyê heye û Tirkiye hevpeymaneke me ya mezin e.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser dijderketina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya ji bo firotina balafirên şer ên F-35an a Tirkiyeyê axivî.
Trump got, "Ti kes nikare ji min re bibêje ka em dê çi bifiroşin kê. Tirkiye hevpeymaneke me ya mezin e."
Trump, dema ji Washingtonê ber bi Michiganê ve diçû, di balafirê de pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.
Trump bersiv da pirsa rojnamegerekî ku dijderketina Netanyahu ya li hemberî firotina balafirên şer ên F-35an a ji bo Tirkiyeyê bi bîr xist.
"Erdogan dostê min e"
Serokê Amerîkayê li ser pirsê wiha got:
"Tirkiye ji bo min hevpeymaneke gelekî baş bûye. Ew (Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan) dostê min e.
Ti kes nikare ji min re bibêje ka em dê çi bifiroşin kê yan nefiroşin. Tirkiye hevpeymaneke me ya mezin e."
"Artêşeke wan a gelekî baş heye"
Trump diyar kir ku pirsgirêkên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ji aliyê her kesî ve tên zanîn.
Wî qala ziayreta xwe ya Enqereyê kir û destnîşan kir ku ew ziyaret gelekî baş derbas bûye.
Trump axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Tirkiye welatekî pir baş û gelekî bihêz e. Artêşeke wan a muhteşem heye, artêşeke gelekî mezin û bihêz e. Gelek kel û pelên wan ên pir baş hene."



