Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump destûrnameyên ewlehiyê yên çend rayedarên hikûmetê yên berê wekî Alîkara Serokê Amerîkayê Kamala Harris, Wezîra Karên Derve ya berê Hillary Clintonê betal kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump bi nivîseke fermî ragihand ku wî destûrnameyên ewlehiyê yên gelek rayedarên hikûmetê yên berê betal kirine û êdî ne di berjewendiya welêt de ye ku ev kes bigihêjin "belgeyên hesas".
Di nav wan kesan de yên ku Trump destûrnameyên ewlehiyê yên wan betal kirin, Alîkara Serokê Amerîkayê Kamala Harris, Wezîra Karên Derve ya berê Hillary Clinton û endama berê ya Meclisa Nûneran a Komarî Liz Cheney û her wiha malbata serokê berê yê Ameîrkayê Joe Biden hene.
Bi vê biryarê, navên di lîsteyê de dê nikaribin xwe bigihînin belge û zanyariyên hesas, di nav de jî brîfîngên rojane yên ji bo Serokê Amerîkayê tên dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse