Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ji bo Serokwezîrê Îsraîlê û Wezîrê berê yê Parastinê yê Îsraîlê biryara girtinê da.
Dadgeha Cezayê Giran a Navneteweyî ji bo Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û Wezîrê berê yê Parastinê Yoav Gallant bi hinceta ku li Xezeyê sûcê şer kiriye biryara girtinê da.
Hat diyarkirin dadgehê daye zanîn ji bo biryara girtina Benjamîn Netanyahu “delîlên maqûl” hene.
Her wiha ji bo berpirsekî Hemasê El-Masrî jî biryara girtinê hat dayîn.
Dadgehê da zanîn ku ragihandina biryara girtinê di berjewendiya mexdûran û malbatên wan de ye.
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî destnîşan kir ku di nava wan sûcan de kuştin, zilm û kiryarên din ên li dijî mirovahiyê hene.
Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya ku li Den Haaga Holendayê ye di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan ji bo berpirsê Hemasê Mihemed Deîf jî biryara girtinê daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse