Hewlêr (Rûdaw) - Li Almanyayê hilbijartinên eyaleta Berlînê hatin kirin.
Li gorî rapirsiyên destpêkê yên piştî dengdanê, Partiya Çep (Die Linke) derket rêza yekem.
Die Linkeyê partiya Serokwezîr Friedrich Merz Yekîtiya Xiristiyan Demokrat (CDU) li pey xwe hişt.
Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê yê Almanyayê Zinar Şîno li ser hilbijartinan agahî dan.
Li gorî agahiyan tê çaverêkirin ku 3 heta 5 namzedên Kurd bikevin Parlamentoya Eyaleta Berlînê.
Partiya Serokwezîr li paş ma
Saziyên ragihandinê yên Almanyayê ARD û ZDFyê amarên destpêkê yên piştî dengdanê eşkere kirin.
Li gorî amaran, Partiya Çep a bi serokatiya Elif Eralpê ji sedî 24,5 heta ji sedî 26ê dengan stend.
Partiya Friedrich Merz CDUyê jî nêzîkî ji sedî 20ê dengan stend.
CDU niha li paytext Berlînê serkêşiya koalîsyona hikûmetê dike.
Dengên partiya rastgira tund zêde bûn
Di heman demê de partiya rastgira tund Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) dengên xwe zêde kirin.
AfDyê di hilbijartinên her du eyaletên Berlîn û Mecklenburg-Vorpommernê de serkeftineke balkêş bi dest xist.
Rapirsî nîşan didin ku AfDyê li eyaleta Mecklenburg-Vorpommernê ya li bakurê rojhilatê Almanyayê ji sedî 37 heta ji sedî 38ê dengan stendine û derketiye rêza yekem.
Li Berlînê jî rêjeya dengên wê nêzîkî ji sedî 16an e.
Di amarên ewil ên ARDyê de dengên li Mecklenburg-Vorpommernê bi vî rengî ne:
AfD ji sedî 37 û SPD ji sedî 35,5.
Partiyên din ên mezin naxwazin bi AfDyê re koalîsyonê ava bikin.
Ji ber vê yekê tevlîbûna AfDyê ya li hikûmetên van her du eyaletan zehmet xuya dike û astengiya siyasî li pêşiya wê heye.
Merz: Karesat e
Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz li ser encamên hilbijartinê yên li eyaleta Mecklenburg-Vorpommernê axivî.
Merz ev encam ji bo partiya xwe CDUyê wekî "karesat" pênase kir.
Merz da zanîn ku tevî vê têkçûnê jî dê hikûmeta wî pêvajoya reforman bidomîne


