Hewlêr (Rûdaw) - Jiyan Omer kursiya xwe ya li Parlamentoya Berlînê parast.
Jiyan Omer Kurdekî Rojavayê Kurdistanê ye û parlamenterê Partiya Keskan e.
Ew cara duyem li pey hev bi dengên rasterast ên dengderan hat hilbijartin.
Wî li bazneya hejmar 3yan a navenda Berlînê serkeftin bi dest xist.
Di rêza yekem de ye
Li gorî encamên destpêkê, Jiyan Omer ji sedî 29ê dengên rasterast ên bazneya xwe stendin.
Jiyan Omer bi van dengan ket pêşiya hevrikên xwe yên ji partiyên din û di rêza yekem de cihê xwe girt.
Bi vê encamê ew careke din dibe endamê Parlamentoya Berlînê.



