Fransa 27 jinên Kurdên Êzidî wedigire

21-11-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –Fransayê ragihand ku wan 27 jinên Kurdên Êzidî yên koçber ligel zarokên wan wergirtine.

Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihand ku 27 jinên Kurdên Êzidî yên koçber ligel zarokên xwe bi balafirê gihîştine Parîsê.

Kesên navborî di çarçoveya soza ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dabû çalakvan û rizgarbûya ji destê DAIŞê Nadya Murad de ew malbat hatine wergirtin.

Macron soz dabû xwediya Xelata Nobela 2018an Nadya Murad ku ew welatê wan dê 100 malbatên Kurdên Êzidî werbigire.

Fransayê pêştir 31 malbatên Kurdên Êzidî wergirtibûn.

Roja 3yê Tebaxa 2014ê DAIŞê êrişî Şingal û gundên derdorê kir û komkujiyeke mezin pêk anî, bi hezaran Kurdên Êzidî revandin. Herwiha bi hezaran kes jî koçber bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst