Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump vekişîna leşkerê dawî yê welatê xwe ya ji axa Îraqê ragihand û ev roj wekî “serkeftinek ji bo Amerîkayê, serkeftinek ji bo Îraqê û serkeftineke bibiryar a li dijî DAIŞê” bi nav kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser tora civakî ya Truth Socialê peyamek belav kir.
Trump diyar kir ku bidawîbûna erkê hêzên Hevpeymanan xilasbûna ji "çilavekê" ye ku bi sedema biryarên şaş ên serokên berê Amerîka xistibû navê.
Serokê Amerîkayê her wiha da zanîn ku êdî dema wê hatiye leşkerên wan vegerin malên xwe.
Leşkerên dawî yên Hevpeymaniya Navneteweyî îro bi temamî ji Îraq û Herêma Kurdistanê vekişiyan.
Ew hêz sala 2014an ji bo şerê li dijî DAIŞê hatibûn Îraq û Herêma Kurdistanê ku wê rêxistinê nêzîkî sêyeka axa Îraqê kontrol kiribû.
Trump qonaxên dîrokî yên vî şerî bi bîr xistin û got ku ev pêvajo sala 2003yan di serdema George W. Bush de dest pê kiriye, di serdema Barack Obama û Joe Biden de berdewam kiriye lê sala 2026an di bin serokatiya wî de bi dawî bûye.
Trump vekişîna ji Îraqê bi ya Efxanistanê re da ber hev û got:
“Berovajî Efxanistanê ku gelek kel û pelên leşkerî li pey xwe hiştibûn û 13 şervanên me hatibûn kuştin, ev derketina birêxistinkirî ya hêz û kel û pelên me yên li Baregeha Asmanî ya Hewlêrê, dawîlêanîna li rêwîtiyeke pir bi mesref e.”
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku vebijêrka mayîna li wir jî di destê wî de hebûye lê wî biryara vekişînê daye û li pey çû:
“Min rê neda ku hebûneke demkî bibe hebûneke daîmî.
Bêyî ti gumanan min hîs kir ku êdî dema wê hatiye Amerîka vegere mala xwe.”
Pesnê Serokwezîrê nû yê Îraqê da
Trump di beşeke din a peyama xwe de pesnê Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî da û got:
“Di demekê de em diçin ku Îraq xwediyê serokwezîrekî nû û bêhempa ye bi navê Elî Zeydî; kesekî ku min her ji destpêkê ve bi temamî piştgiriya wî kir.
Wî hilbijartinek bir ku nedihat çaverêkirin bi dest bixe lê wî bi ferqeke mezin û bi serkeftineke mezin qezenc kir.”
Trump, Serokwezîrê Îraqê wekî kesekî “bêhempa” bi nav kir û di birêvebirina rewşê de serkeftin ji bo wî xwest.



