Hewlêr (Rûdaw) - Di balafira rêwîyan a ku ji Dubaiyê diçû Tel Evîvê de, pîlotekî di kokpîtê de kêr li pîlotê din xist û hewl da ku balafirê bixîne xwarê.
Di bûyera ku balafirên şer ên Îsraîlê rabûn hewayê de, bi alîkariya rêwîyan rê li ber karesatê hat girtin û balafirê li Erebistana Siûdî daxwaza danîna lezgîn kir.
Şirketa Îmaratê Flydubaiyê ragihand ku balafira wan a rêwiyan a geşta Dubai-Tel Evîvê, li asmanê hişyariya rewşa lezgîn û revandina balafirê daye.
Li gorî nûçeya Kanal 12ê ya ku li Îsraîlê weşanê dike, balafira ku ji Dubaiyê rabû, dema ku di ser qada hewayî ya Urdinê re derbas dibû, pêşî koda "7700" ku rewşa lezgîn a giştî nîşan dide û piştî demeke kurt jî koda "7500" ku revandina balafirê destnîşan dike, şand.
Balafir demekê li asmanên Urdinê geriya
Li gorî agahiyan, piştî sînyalan, balafirên şer ên Hêza Hewayî ya Îsraîlê ber bi balafira rêwiyan ve çûn.
Balafira ku nêzîkî 100 welatiyên Îsraîlê tê de bû, demekê li qada hewayî ya Urdinê geriya û ber bi Erebistana Siûdî ve hate veguhastin.
Rojnameya Yedioth Ahronotê ragihand ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî ku balafirê sînyalên awarte û revandinê şand, bi awayekî lezgîn bi rayedarên payebilind ên ewlehiyê re ji bo şêwirmendiyê civiya.
Pîlotên Ukraynî û Rûs bi hev ketin
Televîzyona Kanal 12ê paşê ragihand ku her du pîlotên balafirê bi hev ketine.
Di çapemeniyê de hat diyarkirin ku di dema pevçûnê de hiş ji serê yek ji pîlotan çûye û di vê navberê de bi bi şaşitî koda rewşa lezgîn hatiye şandin.
Her wiha angaşta ku yek ji pîlotan welatiyê Ukraynayê û yê din jî welatiyê Rûsyayê ye, di medyayê de cih girt.
Hat ragihandin ku angaşta wekî "yek ji pîlotan hewl daye xwe bikuje û balafirê bixîne xwarê, rêwiyên Îsraîlî jî rê li ber vê girtine" tê lêkolînkirin.
Li gorî angaşteke din, pîlotekî kêr li pîlotê din xistiye.
Berpirsekî Îsraîlî diyar kir ku di kokpîtê de her du pîlot pev çûne.
Pîlotekî kêr li yê din xistiye û hewl daye ku balafirê bixîne xwarê.
Tê diyarkirin pîlotê din ê ku xwestiye bibe asteng birîndar bûye lê bi xêra rêwiyên ku alîkariya pîlotê birîndar kirine, pîlotê ku dixwest balafirê bixîne xwarê hatiye bêbandorkirin.
Dîmenên xwîna ku li ser kincên rêwiyên destwerdanê kirine belav bûye jî di medyaya civakî de hatin dîtin.
Balafir ji ber pevçûnê di bilindahiya 14 hezar fîtî de ket xwarê
Hat destnîşankirin, balafira ku 40 xulek beriya bigihîje Tel Evîvê, dema li asmanê Urdinê bûye di demjimêr 09:08an de koda yekem a rewşa lezgîn şandiye, ji ber pevçûna di navbera pîlotan de di bilindahiya 14 hezar feetî de ketiye lê piştî ku hatiye kontrolkirin, li Erebistana Siûdî daniye.
Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê de jî hat diyarkirin ku ev bûyer ne hewldana revandina balafirê ye.
Di daxuyaniyeke din a Serokwezîriyê de hat gotin ku bûyer hatiye kontrolkirin û ji bo ku rêwiyên Îsraîlî bi silametî vegerin welatê xwe, hemû hewldan hatine destpêkirin.
Birêvebirê Giştî yê Flydubaiyê jî da zanîn ku dê di demeke kurt de ji Dubaiyê balafirekê bişînin Erebistana Siûdî û rêwiyan bişînin Îsraîlê.
Îsraîl: Dibe ku bûyer êrişeke terorî be
Berpirsekî payebilind ê Îsraîlî ku ji Kanal 12ê re axiviye, diyar kir ku li Tel Evîvê ev bûyer wekî êrişeke terorî tê nirxandin û got, "Di kêliya dawî de rê li ber karesateke mezin hat girtin."
Di nûçeyê de agahiya ku 'hev-pîlotê ku tê îdiakirin welatiyê Umanê ye, gelek caran kêr li kaptan-pîlot xistiye' cih girt û hat angaştkirin ku tîma kabînê û hin rêwiyan deriyê kokpîtê şikandiye, ketine hundir û destwerdan li alîkarê pîlot kiriye.
"Hewl da ku balafirê bixîne xwarê"
Her wiha hat ragihandin ku di nav rêwiyên ku ketine kokpîtê de pîlot jî hebûne û wan bi vî rengî rê li ber ketina balafirê girtiye.
Hat destnîşankirin ku piştî balafirê xwe li Erebistana Siûdî daniye, derbarê alîkarê pîlot dest bi lêpirsînê hatiye kirin û delîlên ku wî xwestiye balafirê bixîne xwarê her ku diçe zêdetir dibin.



