Biden: Ez piştgiriyê didim namzediya Kamala Harrisê

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Joe Biden Kamala Harris
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî ku ji hilbijartinê vekişiya, ragihand ku wî Alîkara Serok Kamala Harris wekî namzed pesend kir û piştgiriyê dide wê.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir.

Joe Biden ragihand ku ew ji bo hilbijartina ku dê 5ê Çiriya Paşîna 2024an were kirin, ji namzediyê vekişiya.

Biden diyar kir, di hilbijartina 2020î de wekî namzeda serok biryara wî ya herî baş ew bû ku wî Kamala Harrîs hilbijart û wiha dewam kir:

"Îro jî ji bo ku Kamala bibe namzeda partiya me, ez piştgiriya tam didimê û namzediya wê pesend dikim."

Biden herwiha got, "Demokratno, vêga dem dema yekîtiyê û têkbirina (Namzedê Komarparêzan Donald) Trump e."

Eger Harrîs di Kongreya Neteweyî ya Partiya Demokrat de têra xwe dengên delegeyan hilde, dê bibe namzeda fermî ya Demokratan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst