Almanekî 93 salî ji ber kuştina cihuyan tê dadgehkirin

21-04-2015
Nasredîn Akyol
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Bi tometa ku di dema Naziyan de di kuştina 300 hezar mirovan de bûye arîkar, îro li pêş dadgeheke almanî doza li hemberî Almanekî 93 salî destpêkir.

Oskar Groening yê niha 93 salî bi wê yekê tê tewanbarkirin ku di sala 1944ê de li kampa kuştinê ya bajarê Auschwitz wezîfedar bûye û ji bo berhevkirina pere û zêrên bi mexdûran re berpirsyar bûye û ji br vê yekê ew ji sîstema Naziyan re bûye arîkar û hevparê kuştina 300 hezar mirovan.

Di doza ku îro li pêş dadgeha bajarê Lueneburg yê li bakurê Almanyayê destpêkir, Oskar Groening daxwaza lêborînê kir û qebûl kir ku “ehlaqî bûye hevpar“ û got: “Ji bo min li derveyî nîqaşê ye ku min xwe di aliyê ehlaqî de kiriye hevparê wî sûcî.“

Oskar Groening herwiha qebûl kir ku di sala 1942yê, di dema gihiştina xwe ya kampa kuştinê ya bajarê Auschwitz de, jê haydar bûye ku Cihû li wir bi gazê têne kuştin û got: “Ez daxwaza lêborînê dikim. Di mijara sûc de divê hûn biryarê bidin.“

Oskar Groening ku weke “hesabgirê Auschwitz“ tê binavkirin, ev cara duyemîn ku ji ber kiryarên xwe di dema Naziyan de tê dadgehkirin. Di sala 1977ê de dadgeha bajarê Frankfurtê ji ber heman tometan doz li hemberî wî vekiribû, lê dozgeriya heman bajarî di sala 1985ê de ji ber tinebûna îsbatan doz rawestandibû.

Tê çaverêkirin ku dadgeh biryara xwe di 29ê Tîrmeha 2015ê de diyar bike. Eger Oskar Groening sûcdar bê dîtin, cezayekî herî kêm 3 sal girtîgeh li benda wî ne.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst