Bankeya almanî hesabê Rojava girt

20-04-2015
Nasredîn Akyol
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Bankeya almanî “Sparkasse Saarbruecken“ hesabê însyatîfeke arîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê betal kir. Li ser hesab bêtirî 100 hezar Euro hatine komkirin.

Însyatîfa almanî “Solidarität mit Rojava“ ev demeke ku arîkariyê ji bo piştgiriya berxwedana li Rojavayê Kurdistanê kom dike. Bi vê boneyê beriya çend mehan hesabekî bankeyê li cem bankeya “Sparkasse Saarbruecken“ hatibû vekirin.

Li gor daxuyaniya însyatîfê, ji Cotmeha 2014ê heta niha bêtirî 106 hezar Euro arîkarî hatine ser hesabê wan li cem bankeya “Sparkasse Saarbruecken“.

Bankeya Sparkasse Saarbruecken van rojan xwedanên hesab agahdar kir ku ewê hesab bigiriye, ji ber ku ne diyar e ka çi bi wan pereyan tê kirrîn û îhtimala ku çek jî bi wan pereyan bên kirin heye.

Li ser vê yekê însyatîfa ji bo “Solidarität mit Rojava“ nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku ev gava bankeya “Sparkasse Saarbruecken“ helwesteke siyasî ye û guman heye ku ne li ser însyatîfa bankeyê bi xwe be.

Însyatîfa arîkariyê diyar dike ku jixwe di konserteke arîkariya Kobanê di Kanûna 2014ê de seroka rêveberiya bankeya Sparkasse Saarbruecken, ku di hema demê de şaredara bajarê Saarbruecken e jî, Charlotte Britz jî tevlî wê konsertê bûye û gotareke bixêrhatinê jî pêşkêş kiriye.

Da ku ev biryara bankeya Sparkasse Saarbruecken bê betalkirin, însyatîfên bi navê “Aktion 3. Welt Saar“ û “Saarlaendischer Fluechtlingsrat“dest bi kampanyeke li dijî biryara “Sparkasse Saarbruecken“ kirine û daxwazê ji hemwelatiyan dikin ku nameyên nerazîbûnê ji rêveberiya bankeyê re bişînin.

Însyatîfa arîkariyê herwiha diyar kiriye ku ewê bi rêyên qanûnî jî li dijî biryara rawestandina hesabê benkeyê bimeşînin.

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst