Hikûmeta Qazaxistanê ji bo bîranîna profesorê Kurd konferansek li dar xist

19-11-2023
RÛDAW
Nîşan Prof. Dr. Nadir Nadirov Qazaxistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qazaxistanê ji bo bîranîna akademîsyen û siyasetmedarê Kurd Prof. Dr. Nadir Nadirov konferansek hat lidarxistin.

Nivîskar û rojnameger Salih Kevirbirî ji Rûdawê ragihand ku îro li ser navê Prof. Dr. Nadir Nadirov, li Çîmkenta Qazaxistanê konferansek pêk hat.

Salih Kevirbirî da zanîn ku konferans bi navê “Pêşketina Teknîkî û Zanistî ya Petrol û Gazê” hat lidarxistin.

Konferansa navborî ji aliyê Wezareta Gaz û Petrolê ya Qazaxistanê ve hat organîzekirin.

Bi gotina Salih Kevirbirî ji bilî çend berpirsên Hikûmeta Qazaxistanê, hinek kesayetên naskirî yên wî welatî jî beşdarî konferansê bûn.

Li ser navê malbata Nadirov jî neviyê Nadir Nadirov ê bi navê Arif Barî Nadirov beşdarî konferansê bû.

Herwiha her du kurên Nadir Nadirov, Bariyê Nadir Nadirov û Dîmayê Nadir Nadirov jî li ser navê malbatê tevlî vê konferansê bûn.

Nadir Nadirov kî ye?

Rewşenbîr, akademîsyen, profesor, pisporê û navdarê Kurd ê Sovyeta berê û Qazaxistanê Nadir Nadirov ku wekî “Meraşalê Petrol û Gazê” dihat naskirin, 24ê Tebaxa 2021an di 89 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Almatayê koça dawî kir.

Nadirov Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Qazaxistanê bû.

Ew ji sala 1993yan heta bi mirina xwe Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Qazaxistanê bû.

Nadir Nadirov bavê sê zarokên bi navê Arif, Barî û Dîmîtrî ye.

Dema ku Mele Mistefa Barzanî li Yekîtiya Sovyetê bûye, Nadir Nadirov li Moskowê bi Barzanî re hevdîtin kiribû û gelek caran behsa wê hevdîtina xwe ya bi Barzanî re dikir.

Nadir Nadirov bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandine. 

Ew xwediyê 250 patentên zanyarî ye û herwiha 35 kitêbên wî hatine weşandin.

Du kitêbên wî li ser jiyana wî û jiyana Kurdên Qazaxistanê ne.

Nadirov, ji sala 1996an ve redaktorê giştî yê kovara “Petrol û Gazê” bû ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.

Nadirov herwiha hem ji Yekîtiya Sovyetê û hem jî li Qazaxistanê gelek xelat wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst