Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew amade ye vê hefteyê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re bicive.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji kanala Fox Newsê re axivî.
Trump da zanîn ku niha ji bo dan û standinên bi Îranê re 3 vebijêrk li ber destên wî hene û ew jî ev in:
Jiholêrakirina wî welatî, rûxandina aboriya wî an jî gihîştina bi peymanekê.
Trump destnîşan kir ku niha pirsa di serê wî de ew e, "Ez dê kîjan demê bi temamî Îranê biteqînim?"
Serokê Amerîkayê her wiha got, "Ji ber vê yekê çêtir e ku Îran tevgerên baş nîşan bide."
"Bûyerên pir mezin dê rû bidin"
Donald Trump tekez kir ku li ser Îranê ew nêzîkî dayîna biryarekê ye û wiha pê de çû:
"Di demeke nêzîk de li ser vê mijarê bûyerên gelekî mezin dê rû bidin."
Pêwendiyên bi Hûsiyan re
Trump derbarê rewşa Yemenê û Deryaya Sor de jî agahî dan û got:
"Pêwendiyên Amerîkayê yên bi Hûsiyan re didomin û ew jî razî bûn ku li dijî Amerîkayê şer nekin."



