Hêzên Ukraynayê dest bi fêrbûna çekên nû kirin

19-07-2023
Dilniya Rehman
Hêzên Ukraynayê dest bi fêrbûna çekên nû kirin
Hêzên Ukraynayê dest bi fêrbûna çekên nû kirin
Nîşan Ukrayna Rûsya Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Leşkerên Ukraynayê ji bo rawestandina êrîşên Rûsyayê û vegerandina kontrola herêmên di destê hêzên Rûsyayê de têne perwerdekirin.

Nûçegihana Rûdawê çû qada perwerdeya leşkerên Ukraynayê ku nêzîkî 70 leşker li qada şer a Baxmutê li ser wesayîta şer a piyade ya serdema Sovyetê BMP1 têne perwerdekirin.

Fermandarê Hêza Piyade Viktor Volodymirovich ji Rûdawê re ragihand, “Em li vir li ser BMP1 perwerdeyê didin. Ev Hêza Piyade ye ku bi doçkayên MK û MG û her wiha li ser doçkayên Brown û Desheka û mûşekên dij-tank dixebitin. Em li vir xwe ji bo şer amade dikin, leşkerên nû tên û xwe amade dikin, leşker diguherin û komek ji bo bêhnvedanê ji Baxmûtê vedigerin û yên ku demeke dirêj li vir in û amade ne jî pêş de diçin.”

Di nav wan çekên ku li ser perwerdekirin de doçkayên Almanî û mûşekên dijî tankên Amerîkayê hene. Efserê payebilind Gelos hefteyek e ji Baxmutê vegeriyaye û piştî navbereke kurt dê careke din vegere eniya şer.

Efserekî payebilind ê artêşa Ukraynayê Gilos got, “Leşkerên me nîvê Baxmutê dorpêç kirine û li wir şerekî dijwar didome. Em nizanin dê di paşerojê de çi rû bide lê em hêvî dikin ku her tişt baştir bibe.”

Roman ê 22 salî leşkerê herî ciwan ê grûpê ye, di destpêka şer de tevlî artêşa Ukraynayê bû û ji ber zîrektiya xwe nêzîkî 9 mehan e li eniya şer a Rûsya û Ukraynayê ye.

Roman behsa erka xwe kir û got, “Di erka xwe ya dawî de dema teqîn çêbû, min BMP1 diajot û erka min veguhestina xelkê bû. Ji serê sibehê heta demjimêr 15:00an ez li dû xelkê bûm lê piştre ji ber dengê teqînê birîndar bûm û wan ez rakirim nexweşxaneyê.”

Roman li ser vegera Baxmûtê anî ziman, “Asayî ye, min hîn xwe bi tevahî amade nekiriye lê gava ku ez fermanê bistînim ez ê vegerim. Niha perwerdehiya me gelekî baş e lê çekên me kêm in, eger çekên me zêde bin, em ê baştir û zûtir amade bibin.”

Li gorî agahiyên dawî yên Wezareta Berevaniyê ya Ukraynayê wan di nava hefteyekê de 7 kîlometre çargoşe li ser rêya Baxmutê vegerandine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst