Rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Sûdanê her ku diçe xirabtir dibe

19-06-2023
RÛDAW
Rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Sûdanê her ku diçe xirabtir dibe
Rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Sûdanê her ku diçe xirabtir dibe
Nîşan Sûdan Penaberên Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê yên ku ji ber şerê navxweyê li Sûdanê asê mane ketine rewşeke pir xirab û daxwaza alîkariyê dikin daku bên vegerandin.

Zêdetirî 2 meh in, şer û pevçûn li Sûdanê berdewam in, piraniya welatan welatiyên xwe ji Sûdanê welatî derxistin.

Sûriyê tenê çend balafir ji Sûdanê derxistin lê hîn bi sedan welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê mane.

Merwan Hesen ku ciwanekî ji Kobaniyê ye, ji Rûdawê re got ku rewş li Sûdanê gelek xirab e, bi dehan malbatên Kurd li bajarê Dinqila asê mane û di rewşeke xirab de dijîn.

Hesen bang li HikûmetaHerêma Kurdistanê dike ku ji wan re bibin alîkar û wan ji Sûdanê derxînin.

Di 15ê Gulana 2023yên de şer û pevçûn di navbera Artêşa Sûdanê bi serokatiya Ebdulfetah Burhan û Hêzên Piştevaniya Bilez (RSF) bi serokatiya Mihemed Deqlo derketibûn û heta niha berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst