Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê diyar kir ku derbarê HSDyê ew bi Tirkiyeyê re danûstandinan dikin.
Her wiha wezaretê ragihand ku yek ji mijarên herî mezin di hevdîtinên li gel Tirkiyeyê de mijara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû ku mijareke "gelekî dijwar û hestiyar" e.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiv da pirsên rojnamegeran.
"Ev mijareke pir hesas û dijwar e"
Li ser pirsa "Piştgiriya Amerîkayê ya ji bo HSDyê yek ji xalên sereke yên nakokiyên her du welatan (Amerîka û Tirkiye) ye û pêvajoya di vê mijarê de çawa pêş dikeve?" Matthew Miller bal kişand ser pêvajoya hestiyar a veguhêz a li Sûriyeyê û wiha got:
"Ev mijareke pir hesas û dijwar e ku em bi hevkarên xwe yên Tirk re li ser wê dixebitin.
Ev mijar di navbera Wezîr Blinken û mixatabên wî yên Tirk de beşeke mezin a gotûbêjan pêk anî."
"Em bi hevalbendên xwe yê NATOyê re nîqaş dikin"
Derbarê rewşa HSDyê ya li Sûriyeyê Miller wiha anî ziman:
"Em bi hevalbendên xwe yê NATOyê re li ser vê mijarê nîqaşan dikin û hewl didin ku biryar bidin ka dê rêya herî baş çi be."
Miller diyar kir ku ew dixwazin pêvajoyeke derbasbûnê ya bi tendurist li Sûriyeyê bê meşandin bêyî ku tevlî nakokiyên etnîkî an jî mezhebî bibin.
Her wiha Miller destnîşan kir ku divê hemû aktor ji her kiryara ku hêrsê çêbike û rageşiyê li herêmê zêde bike dûr bixin.
"Em naxwazin çalakiyên rewşê xerabtir bikin bibînin"
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller li ser pirsa "Ev nirxandinên we Îsraîlê jî li xwe digire?" wiha got:
"Me ji hemû aliyan re, Hikûmeta Îsraîlê jî di nav de bi zelalî diyar kir ku em dixwazin çalakiyên ku aramiyê zêde dikin bibînin, em naxwazin çalakiyên rewşê xerabtir bikin bibînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse