150 profesor daxwaza naskirina gelkujiya Ermeniyan dikin

17-04-2015
Nasredîn Akyol
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Di nameyeke vekirî de 150 profesorên alman daxwazê ji parlementoya Almanyayê dikin ku qirkirina Ermeniyan ya di destpêka sedsala 20an de weke jenosîd, ango gelkujî nas bike. 

 

Ermenî 24ê Nîsanê weke destpêka qirkirina gelê xwe di nav sînorên Tirkiya îro de bi bîr tînin û îsal 100emîn salvegera qirrkirina gelê Ermenî li gellek welatan tê bibîranîn.

 

Bi vê boneya 100emîn salvegera qirrkirina gelê ermenî, 150 profesorên alman nameyek vekirî ji parlementoya Almanyayê re şandin û daxwaza wê yekê dikin ku parlementoya Almanyayê jî êdî “vê derfeta dîrokî ji dest nede ku dadmendiyê bike para paşma û xilasbûyên wê gelkujiya li dijî Ermeniyan.“

 

Di nameyê de wiha tê gotin: “100 sal di ser destpêka gelkujiya li dijî gelê ermenî yê di nav Împeratoriya Osmanî de derbas bûn: Tiştê ku bi derbiderkirina rewşenbîr û kesayetên ermenî di 24ê Nîsana 1915ê de li Stembolê destpêkir, bi kuştina bi kom ya bi texmîn 1,5 milyon mêr, jin û zarokên ermenî di newalên çolistanên bakurê Sûriyê bi dawî bû.“

 

Akademisyenên alman helwesta parlementoya Almanyayê ya gavneavêtinê rexne dikin û diyar dikin ku wiha xuya dike ku parlementoya Almanyayê wê nikaribe xwe berhev bike ku navê bûyerê yê rast li bûyerê bike, ango wê gelkujiyê wek gelkujî jî nas bike û bi bîr tînin ku ev “derfeteke baş e ku parlementoya Almanyaye bejna xwe li ber xurbaniyan bitewîne û lêborîna xwe ji paşmayên wan bixwaze“ û bi bîr tînin ku wê demê Almanya û Împeratoriya Osmanî hevpeymanên hevdu bûn û ji ber wê yekê jî hayê berpirsên Almanyayê ji wê qirrkirinê hebûye, lê tiştek ji bo rawestandina wê nekirine.

 

Di van demên dawî de çendîn parlementoyên welatên cuda cuda bûyerên destpêka sedsala 20ê li ser axa Tirkiya îro weke gelkujiya Ermeniyan nas kirine, di nav wan de  parlementoyên Frensa, Swêd, Holenda û herwiha Parlementoya Ewropayê jî.

 

Gellek alî Almanyayê bi wê yekê tewanbar dikin ku ji ber berjewendiyên wê yên bi Tirkiyê re ew qirrkirina Ermeniyan weke gelkujî nas nake.

 

24ê Nîsanê wê li gellek cihan û parlementoyan qirrkirina Ermeniyan bê bi bîr anîn, bi vê boneyê wê li parlementoya Almanyayê jî rûniştinek pêk weke.

 

Di nav akademisyenên ku name destnîşan kirine de serokê Enstîtuya Lêkolînên Diyaspora û Jenosîdê yê bi eslê xwe Ermenî Prof. Dr. Mihran Dabag, çendîn akademisyenên bi eslê xwe ji Tiriyê û akademisyenên kurd yên mîna Prof. Dr. Îlhan Kizilhan û Prof. Dr. Sefik Tagay jî hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst